2 girtiyên jin sirgunî Girtîgeha Tarsûsê hatin kirin 2021-08-11 16:41:24   WAN - Du jinên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê sirgunî Girtîgeha Tarsûsê hatin kirin.    Aysel Dalar û Berîvan Tîbelîk ên ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî bûn, îro saet di 04.00'ê sibehê de bêyî riza xwe sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatin kirin. Li aliyê din hat ragihandin ku rexmî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê hemû girtiyên jin nexweş in jî wan dernaxin revîrê. Parêzerê ku mijar ragihand, diyar kir ku rexmî testên girtiyan negatîf derketine jî wan dernaxin revîrê.