Jinên HDP'yî çûn serdana şîna Senemê ya hat qetilkirin 2021-08-11 14:55:46   WAN-Jinên HDP'yî çûn serdana şîna Senem Barik a ji aliyê Îrfan Barik ê jê veqetiya, hat qetilkirin.    Di 5'ê Tebaxê de li Kuçeya Çinarliyê ya Suleymanpaşaya Tekirdagê Îrfan Barik, Senem Barik a dev ji hevdu berdabûn qetil kir. Ji bo Senemê li Kuçeya Haciali ya Ebexê ya Wanê konê şînê hat vegirtin. Rêveberên navçe û bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP), jinên hevserokên şaredariyan ên HDP'ê çûn serdana şînê.    Di serdanê de xizmên Senemê dan zanîn di zewaca 23 salî ya Senemê de îşkenceya sîstematîk li Senemê hatiye kirin. Xizmên Senemê diyar kirin ku Senemê ji bo debara xwe ya malê bike bi rojê li mala tendirustiyê paqijî dikir û şev jî li cihê karekî din firaq dişuşt.    Jinên HDP'yî di serdanê de dan zanîn ew li dijî her cure tundiyê ne û ew têdikoşin ku bersûcê Senemê qetil kiriye cezayê herî giran bigire.