Mexmûrî bi girseyî seredana çalakvanên greva birçîbûnê dike 2021-08-11 13:38:45   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, bi koma 119’an di roja 237’an de berdewam dike. Gelê di seredana çalakiyê de gotin: "Divê em heya dawî li ber xwe bidîn û li pêngava ‘Dem Dema Azadiye’ xwedî derkevîn.’   Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 237 roj in berdewam dike her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaret kirin.    ‘Girtiyên zîndanan ne bi tenê ne’   Li ser navê girseya gel Rehîme Mijînî destpêkê çalakiya jinên ciwan pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev meh ji bo me mehekî gelek girîng e, divê mehê de me gelek destkeftî bi dest xistin û berxwedan da meşandin her wiha gelek berdêlên giran dan. Ji ber wê sedemê divê em heya dawî li ber xwe bidîn û li pêngava ‘Dem Dema Azadiye’ xwedî derkevîn û Rêbertiya xwe azad bikîn. Li aliyê din çewa ev sê meh in gerîllayên me li hemberî teknîka herî giran li ber xwe didin, divê em jî weke dayîk û bav weke ciwan û weke gel bi giştî di tekoşîna xwe de heya serkeftinê ne sekinîn. Weke din em dibînin ku li zîndanan jî berxwedan berdewam dike, em berxwedana hemû girtiyên zîndanan silav dikîin û dibêjîn ew ne bi tenê ne."    ‘Yekane hêza ku serbixe ciwan in   Li ser navê koma çalakiyê jî Kajîn Gozereşî destpêkê xêrhatina gel kir û wiha axivî: "Bi rastî jî pêvajoya ku em niha têde dijîn di her alî de giringiyek xwe ya mezin heye. Ji ber wê sedemê jî me wek jinên ciwan xwest xwe berpirsyar bibînin û pêşengtî jêre bikin. Ji ber ku pêwîste ya ku di vê demê de rol bileyîze û serbixe ciwan in, ji ber wê jî divê ciwan hêza di hindirê xwe de heyî bidin der. Hêza ku dikare civakê bi awayek azadi bi rêve bibe û serbixîne hêza ciwana ne. Ji ber wê jî em bang li hemû ciwanan dikin ku xwedî li van çalakiyan derkevin û pêşengtiyê bigirin ser milê xwe."   Ziyareta gel bi gotina stran û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.