Nobeta 'Edaletê' di roja 156'emîn de ye: Ev îhaleya qirêj dê ji we re bimîne 2021-08-11 13:05:53   RIHA - Di 156'emîn roja nobeta 'Edaletê' de Emîne û Ferît Şenyaşar gotin:"Mensûbên vê darazê bi talîmata kesên hatine hilbijartin tev digerin. Ev îhaleya qirêj dê ji we re bimîne."   Nobeta 'Edaletê' ya  Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 156'emîn de didome. Emîneyê ji ber pirgirêkên xwe yên tendirustiyê beşdarî nobetê nebû. Ferît di saetên serê sibehê de hat ber edliyeyê û dest bi nobetê kir.    Ferît pankarta wêneyên Haci Esvet û du kurê wî Adil û Celal ên hatin qetilkirin  li ser û bi nivîsa "Di 14'ê Tîrmeha 2018'an de li Nexweşxaneya Pirsûsê 2 law û bavên wan hatin qetilkirin. 3 sal in kesek nehatiye girtin. Bila hiqûqa serdestan bi dawî bibe. Ji bo herkesî edalet" li ser hatibû nivîsandin li ser  bariyerên edliyeyê daliqand.    'Wezîrê Dadê nikare ji nedîtîve bê'   Ferît da zanîn rewşa tendirustiya diya wî her ku diçe xirab dibe û wiha got:"Parlamenterê îktidarê li nexweşxaneyê li ber çavên cîhanê komkujî kir. Ji ber parlamenter jî di nav de ye loma dozger dozê venakin. Hemû derî hatine girtin. Wezîrê Dadê serê xwe di nava qûmê de veşartiye. Ji ber ji 7 salî heta 70 salî her kes dizane parlamenter û xizmên wî komkujî kiriye. Parlamenterên partiya îktidarê ji bo vê komkijiyê bi me re hevdîtin kir û komkujî şermezar kirin."   'Em dixwazin bêedaletî bi dawî bibe'   Ferit da zanîn endamên avakar ên AKP'ê piştgiriyê didin parlamenterê AKP'ê  Îbrahim Halil Yildiz û wiha got:"Ew ê di demeke nêz de pêvajoya hilbijartinê dest pê bike. Ew ê çawa bi vî hawê xwe bên nava gel. Dayikek ev 156 roj in li ber edliyeyê disekine. Wê çawa derkevin nava gel em meraq dikin. Em dixwazin bêedaletî bi dawî bibe.   Malbatê li ser hesabê xwe yê dîjîtal ê medyayê ev peyam da:"Kesên tên hilbijartin dê biçin rojekê. Mensûbên vê darazê bi talîmata kesên hatine hilbijartin tev digerin. Ev îhaleya qirêj dê ji we re bimîne. Yekî hatiye hilbijartin û malbata wî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî kiriye. Di serî de gelê Rihayê herkes vê yekê dizane."