Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nergîz hat binçavkirin 2021-08-11 11:21:05   MÛŞ - Di saetên serê sibehê de biserdegirtina malê Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nergîz hat binçavkirin.      Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Belma Nergîz, di saetên serê sibehê de hat binçavkirin. Polîsên ku bi ser mala Nergîzê de girtin, di malê de lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerînê Nergîzê binçav kirin û bi xwe re birin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr. Polîsan li avahiya partiyê jî lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerînê girtek girtin. Dûre polîsan Nergîzê birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Hat hînbûn ku dozgeriyê derbarê Nergîzê de ji bo 4 rojan biryara binçavkirinê daye. Nehat zanîn ku Nergîzê bi çi hêcetê hatiye binçavkirin.