Li Gundê Teyştê dest xistin ser erdê welatiyan 2021-08-11 09:29:37   Derya Ren   RIHA - Li Gundê Teyştê welatiyan diyar kirin Kasim Gulpinar û xizmên wan dest xistine ser erdên wan û wiha gotin:"Ev tiştê tê kirin zilm e. Me hêdî hêdî dixwazin ji gund biavêjin. Erdên malên hazîneyê ne li ser navê xwe û xizmên xwe tapû dikin."   Hat îdiakirina li Gundê Teyştê yê Siwêregê Parlamenterê AKP'ê Kasim Gulpinar û xizmên wî dest dixin ser erdên welatiyan û tapûyê dibin ser navê xwe. Hat diyarkirin Kasim Gulpinar û xizmên wî di 7'ê Tebaxê de bi cendermeyan, kepçe, traqtor û wesayetan dest xistine ser erdên welatiyan. Li ser bertekan gundî çûne gel cendermeyê lê wan jî gotine 'tiştek ji destên me nayê'.   Têkildarî mijarê gundî ji ajansa me re axivîn.    'Dixwazin me ji gund biavêjin'   Hizna Gumuş, diyar kir ew bi salan e li Gundê Teyştê rûdinên û cotkariyê dikin di bin şerdên zor de gund ava kirine lê belê Parlamenterê AKP'ê Kasim Gulpinar bi hîleyan wekî gelek gundî erdên Gundê Teyştê jî biriye ser navê xwe. Ji ber parlamenterê AKP'ê ye dewlet li pişta wan e em nikarin tiştekî bikin. Herkes bi vê axê dizane. Bi sedan salan e em li ser vê axê dixebitin. Ev berî çand rojî ye bi kepçe, wesayet û bi hezaran însanan dest xistin ser axa me. Dixwazin me ji gund biavêjin. Erdên nikare bigire ser navê xwe digere ser navê xwişk û birayên xwe. Malên hazîneyê li ser navê xwe û navê xizmên xwe tapû dike."   'Dema em diçin rojavayê tirkiyeyê êrişî me dikin'   Hiznayê wiha domand:"Ji xwe re dibêje ez şêx im lê belê ev zilm e. Me hêdî hêdî dixwazin ji gund biavêjin. Erdên malên hazîneyê ne li ser navê xwe û xizmên xwe tapû dikin. Li vî gundî tiştek bê serê kesî berpirs Kasim û birayê wî Veysel Gurpinar in. Di bin navê şêxtiyê de mirovan dixapînin."   'Dest danîn ser erdê me'   Zelîha Alan, da zanîn ku bi leşkeran hatin û dest danîn ser erd û got: "Me du aran axa xwe kiri lê tapû nedan me. Ji ber vê jî Kasim Gulpinar û xizmên wî carek din hatin û dest danîn ser erdê me. Niha li ser erdê me bi sedan maşîne hene. Ev maşîne ji bajarên derdorê anîn. Em diçin gilî dikin lê ji ber ku parlamenterê AKP'ê ye tiştek nayê kirin. Em nizanin em ê çi bikin."    'Em bûn Filîstînî...'   Nusret Karataş, da zanîn nêzî 4 roj in dest danîn ser erdê me û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Rewşa me ya aborî ne baş e, ji ber vê sedemê jî em bi zarokên xwe re diçîn Îzmîrê û li vir dixebitin. Em naxwazin bibin karkerên demsalî. Dahata 10 donim erd têra me nake. 4 roj berina niha nêzî bi 100 kepçe û bi sedan maşîneyê hatin. Hêza me nîne ku em li ber wan bisekînin. Axa me hatiye dagirkirin. Em niha bûne Filîstînî û ew jî bûn Îsraîlî. Ev tişt zilme û heqaret e. Em diçin gilî dikin lê belê dewlet jî û parêzer jî ya wan e. Leşkerek bi wan re hatibû min ji wî re got lê ji min re got "erka min nîne". Ez ê niha çi bikim. Ax ya me ye lê tapû li ser navê xwe çêkirine. Ji ber ku em li ser vê axê dixebitin dewletê piştgirî dida me."    'Tişta ku em bikin nîne'   Salîh Alan jî ji heman gundê dijî û wiha bal kişand ser mexduriyeta ku pêk hatî: "Bi zorê me li gund derdixin. Sedema hemû pirsgirêkan Kasim Gulpinar û birayê wî Veysel Gulpinar e."   Şeyhmus Yol jî da zanîn ku 10 donim erdê me heye û wiha bi lêv kir: "10 donim erdê min heye lê em 15 kes in. Niha dixwazin erdê me ji me bistînin. Bi sextekarî erdê me ji me girtin. Di hemû maşîneyan de çek hebû. Dewlet di destê wan de ye û tişta ku em niha bikin nînê."