Dûrî Kaygusuz daxwaza berdana girtiyên nexweş kir 2021-08-11 09:03:35   Derya Ren   DÎLOK - Dûrî Kaygusuz bal kişand ser rewşa kurê xwe yê girtî û got: "Kurê min Şaban nikare hewcedariyên rojane bi tena serê xwe pêk bîne. Gelek girtiyên bi vî rengî hene û divê di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan."   Li girtîgehên herêm û Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe binpêkirina mafên girtiyan zêde dibin. Ji ber ku girtî bi rêk û pêk nayên tedawîkirin nexweşiyên wan bêtir giran dibin. Li gorî "Rapora Girtîgehan a sala 2020" a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê 604 girtiyên nexweş hene. Lê belê ev hejmar her roja ku derbas dibe zêdetir dibin.    Şaban Kaygusuz di pevçûnekî de mil û çîpa xwe ya rast winda kir û nehat tedawîkirin û niha li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tê girtin. Dayika wî Dûrî Kaygusuz, tirs û fikara xwe ya li hemberî nexweşiya kurê xwe ji ajansa me re anî ziman. Dûrî di serî de daxwaza serbest berdana hemû girtiyên nexweş kir.    'Rewşa kurê min nebaş e'   Dûriya ku li Dîlokê dijî di cotmeha sala 2019'an de bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Di 11'ê gulana 2021'an de bi 4 kesan ve serbest hat berdan. Dûrî wiha bal kişand ser rewşa kurê xwe: "Kurê min di sala 2018'an de di pevçûnekê de bi birîndarî hat girtin. Kurê min li girtîgehê nikare hewcedariyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne. Ez di 28'ê tîrmehê de çûm serdana wî lê rewşa wî qet nebaş bû. Nikare xwarin bixwo û cilên xwe bişo. Ji ber ku hem mil û hem jî çîpê wî rast nîne. Ev tişt bandorek neyinî li kurê min dike. Dema min di hevdîtinê de pirsa rewşa wî kir ji min re got "Rewşa me zehmet e û ez nikarin hewcedariyên xwe pêk binîm'."    'Guh bidin rewşa girtiyan'   Dûrî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa li girtîgehan û got: "Girtiyên nexweş hem di hêla derûniyê de û hem jî di hêla fîzîkî de gelek pirsgirêkan dijîn û rewşa wan nebaş e. Ez di serî de bang li sazî û dezgehên sivîl dikim û bi taybetî jî Komeleyên Mafên Mirovan û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, bila guh bidin rewşa girtiyan. Cezayê ku dan kurê min, min xemgin dike, Ji ber ku kurê min nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Ez bang her kesî dikim ku guh bidin rewşa wî."   'Divê hemû girtî serbest bên berdan'   Dûrî, di dawiya axaftina xwe wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Divê kurê min li girtîgehê nemîne. Ez wek dayikek ne tenê ji bo kurê xwe ji bo hemû girtiyan xemgin dibim. Dilê hemû dayikan dişewite. Di serî de girtiyên nexweş û divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Rojek be jî bila jiyana wan ronî be û azad bijîn. Şabanê min biçûk e û ez rewşa girtîgehan baş dizanim zehmet e. Ji ber vê divê tu zarok li girtîhena nemîne."