ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2021'Ê 2021-08-11 09:00:00       *Turkan Duruç a ku yek ji dayikên yekem ên aştiyê ye qala naskirina xwe ya rêxistinê û Dayikên Aştiyê kir. Turkanê da zanîn divê ew wekî jin her li pêş bin û wiha got:"Weke jin herî zêde bar dikeve ser milê me ku em li hemberî hemû bindestiyan serî hilbidin. Heta em bikarin hilmê bigirin em ê vê serhildana xwe bibin serî." DÎMEN HEYE   *Dûrî Kaygusuz bal kişand ser rewşa kurê xwe yê girtî û got: "Kurê min Şaban nikare hewcedariyên rojane bi tena serê xwe pêk bîne. Gelek girtiyên bi vî rengî hene û divê di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan." BI DÎMEN