Turnuvaya futbolê ya ji bo Deniz Poyraz hat lidarxistin dest pê kir 2021-08-11 08:55:31   STENBOL-Turnuvaya futbolê ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo bîranîna Deniz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmirê hat qetilkirin, li dar xist dest pê kir.    Turnuvaya futbolê ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo bîranîna Deniz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmirê hat qetilkirin, li dar xist do dest pê kir.    Turnauvayê li hali sahaya li navçeya Eyupsultanê dest pê kir. Di çarçoveya turnuvayê de maça ewil ji aliyê takimên futbolê yên bi navê Lilit û Jinên Xwebûn dest pê kir. Li sahaya maç lê hat lîstin wêneyên Deniz Poyraz û endamê Meclîsa Rêveberinê ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ozan Yildiz û endamê MYK'ê yê HDP'ê û endamê Meclîsa Rêveberinê ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Firat Yaman ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin.    Di maçê de pankartên bi nivîsên "Deniz Poyraz, Azra, Emine, Esra jinên hatine qetilkirin serhildana me ne","Em bûn bi hezaran Deniz, em tên" hatin daliqandin û dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Hakemtiya maçê Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag kir.    Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut, rêveberên HDP'ê û gelek kesî li maçê temaşe kirin.    Temaşevanan bi dirûşmên "Jinên civan dimeşe erd û ezman diheje", "Jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî" piştgirî dan maçê.    Di maça 60 deqeyî dewam kir de Jinên Xwebûn bi 2-1 bera takimê Lîlîtê da.   Piştî vê maçê takimên Ciwanên Welatparêz û Basin Direnişçileri (Serhildêrên Çapemeniyê) hatin hemberî hevdu.    Wê li sê herêmên Stenbolê yên cuda turnuvayê bê lidarxistin û 100 takimên herkê ji 10 kesî pêk tên bikevin nava pêşbaziyê.    Takim ji takimên jinan, mêran û yên tevlihev pêk tên. Dê tûrnûva bi şêwaza bêjandinê dewam bike ji fînala çarîk, fînala nêvî û fînalê pêk bê. Tê plankirin rojê du maç bên lîstin û di meh û nîvekê de tûrnûva bi dawî bibe.