Li Êlihê 'Dema Azadiyê': Dê di 14'ê tebaxê de li qadan bin 2021-08-10 14:30:58   ÊLIH - Di 14'ê tebaxê de li Êlihê bi dirûşma "Dem azadiyê" hevdîtina gel dê pêk bê. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca got: "Di 14'ê tebaxê de bi ruhê berxwedanê dê li qadan bin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, têkildarî hevdîtina gel a di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” de ku wê di 14’ê tebaxê de li Êlihê were lidarxistin daxuyanî da. Wê di hevdîtina ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan beşdar bibin de, Koma Gulên Xerzan û Şerzat dê derkevin ser dike. Hevdîtin wê roja şemiyê saet di 18.00’an de li Qada Newrozê ya li taxa Baglarê pêk were.    Di daxuyaniya ku Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Êlihê Gulistan Sonuk, parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca beşdar bûn de hevserokê HDP’ê yê Êlihê Omer Kûlpû daxuyanî da û banga tevlîbûnê li gelê Êlihê kir.    Parlementer Feleknas jî bal kişand ser zextên li ser partiya wan û wiha got: “Me li dijî êrîşan tora têkoşînê ava kir. Em li gelek cihan bi gel re hatin gelhev. Gelê me li partiya xwe xwedî derdikeve. Gel daxwaza xwe ya mezinkirina têkoşînê bi meşên girseyî nîşan da. Em di hevdîtina ku li Êlihê pêk tînin de dîsa li qadan bin.”   Feleknas bi gotinên “Em di 14’ê tebaxê de ruhê berxwedanê yê Êlihê li qadê nîşan bidin. Roja roja yekitiyê ye, roj roja li dijî derketina tecrîdê ye û roj roja dengdayîna çalakiyên greva birçîbûneyê" gele bajêr vexwend hevdîtinê.