ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2021'Ê 2021-08-10 09:00:18   * Endama Meclîsa Partiya HDP'ê Hazal Karabey di çalakiya protestoyî ya ku li Wanê hatibû li dar xistin de hatibû binçavkirin, diyar kir ku li qadan polîtîkayên nîjadî bi çalakiyan dê teşhîr bikin. BI DÎMEN    * Parlamenter Çaglar Demirel û Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Nurhayat Altun ên di operasyonên li dijî HDP'ê yên di 2015'an de hatin binçavkirin û piştre hatin girtin ev 5 sal in girtîne. Dê parêzerê Çaglar û Nurhayatê, Serdar Çelebî têkildarî darizandina demdirêj serî li  Dadgeha Bilind (AYM) bide.   * Parêzerê malbata kurd a bi êrişa nîjadperest hat qetilkirin Abdurrahman Karabulut da zanîn Muduriyeta Emniyetê ya Konyayê piştî komkujî pêk hatiye xwestiye ew daxuyaniyê bide û bibêje "pevçûna cîranan e" û wiha got:"Rayedarên dewletê parêzertiya kujeran dikin. Tiştê dihat hedefkirin dihat xwestin kes bi bersûc nizanibe." BI DÎMEN    * Têkoşîna zayendî ji bo Ekîn Wan tu carî nebû karekî duyemîn. Bi sekna xwe ya li hemberî zîhniyeta serdest ku ked û aqlê jinê biçûk dibîne, zelal bû. Di nava jiyanê de her tim bi moral bû.