TAJÊ li aqûbeta 3 endamên RJAK’ê pirsî 2021-08-09 16:48:22   NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ bi daxuyaniyeke li aqûbeta 3 endamên RJAK’ê pirsî û got: "Em bêdeng namînin. Em bang dikin tavilê siyasetmedar bên berdan.”   Tevgera Azadiya Jinên Êzidixanê (TAJÊ) li Şengalê li ber avahiya xwe daxuyaniyek derbarê 3 endamên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ya ku ji ahiyê hêzên PDK’ê hatibûn girtin da û li aqûbeta siyasetmedaran pirsî. Endama TAJÊ Meysûn Hesen daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Endamên RJAK’ê di salvegera fermandê de ji bo êşa êzidiyan parve bikin hatibûn Şengalê. Dema endamê RJAK’ê divegere, li ketina Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve tên girtin. RJAK li Iraq û Herêma Kurdistanê saziyeke fermî ye. Nabe ku bên girtin. Em vê yekê ji hikûmeta Herêmê re qebûl nakin jinên ku ji bo berjewendiya êzidiyan hatine herêmê û hatine girtin. Em bêdeng namînin. Em bang dikin tavilê siyasetmedar bên berdan.”   Daxuyanî bi dirûşmayên  "Jin, jiyan azadî" û "Bimre xiyanet" bi dawî bû.