Li Wanê daxuyaniya TJA'yê: Em ê bi têkoşînê jiyanê ronî bikin 2021-08-09 16:23:31   WAN - Bi pêşengiya TJA'yê li Wanê kuştina jinan bi daxuyaniyeke hat şermezar kirin. Jinan di daxuyaniyê de gotin: "Em ê li dijî qetilkirina jinan têkoşîna xwe bidomînin û her wiha em ê kujer û parêzvanên kujeran deşîfre bikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo balê bikişîne ser kuştina jinan li Wanê daxuyaniyekeda çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêya Armûşê hat dayîn. Hevseroka HDP'ê ya bajêr Handan Karakoyun, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya bajêr Gulderen Varli û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla hevseroka HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê Canan Uzunay ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em li dijî şîdeta dewletê jiyanê diparêzin. Li her deverê cîhanê jin li dijî polîtîkayên şer ên taybet ên netew dewletan têdikoşin. Lê îqtîdarên heyî jî mudaxaleyê destkeftiyên jinan dikin. Rojava, Îran, Şîlî, Sûdan, Arjantîn û Meksîkayê dengê têkoşîna jinan bilind dibe lê îqtîdar jî êrişê têkoşîna jinan dike.    Li hemberî jinan polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Em dizanin ku vê hêzê li ku digirin û ji hêla kî ve tên parastin. Di 2'yê tebaxê de Azra Gulendam Haytaoglu ya 21 salî xwendekara zanîngehê bû ji hêla Mustafa Murat Ayhan ve bi hovane hat qetilkirin. Her wiha bi rojane agahî ji Emîne Gokkiz nayê girtin. Di 3'yê tebaxê de kujerê Aleyna Çakir Umîtcan Uygun ligel bertekan dîsa jî serbest hat berdan. Ligel serbestberdanê jî Esra Hankulu jî kuşt. Em carek din bang dikin û dibêjin kesên ku Umîtcan Uygun diparêzin hevkarên qetilkirinê ne.    Em ê li dijî qetilkirina jinan têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha em ê kujer û kesên ku kujeran diparêzin deşîfre bikin. Îpek Er û Azra Gulemdam Haytaoglu, Gulîstan Doku, Aleyna Çakir, em soz didin wan. Em carek din dibêjin em dev jî Peyman Stenbolê bernadin. Em bang dikin em ê bi têkoşînê dawî li jiyana ku tê tarîkirin binînin. Dê jin bi ser kevin."    Daxuyanî bi çepik, tilîlî û dirûşmeyên "Bijî têkoşîna jinan" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.