'Ger dozger karê xwe nakin bila li ser paldankê rûnenên' 2021-08-09 12:04:31   RIHA - Ji 9'ê Adarê vir ve Emîne û Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê çalakiya "edaletê" didomînin. Çalakiya wan di roja 154'emîn de didome.    Berî hilbijartinên di 24'ê Hezîrana 2018'an de li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi êrişa xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn. Nobeta 'Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar a bi daxwaza edaletê dest pê kirin  di roja 154'emîn de dewam dike.   Malbat saeta serê sibehê hat ber avahiya edliyeyê û çalakiya xwe domand.    'Ger dozger karê xwe nakin bila li ser paldankê rûnenên'   Ferît ê têkildarî nobetê axivî da zanîn ji ser komkujiyê ev 3 sal in derbas bûne û bersûc diyar in û wiha got:"Darizandineke biedalet nayê kirin. Ger Tirkiye dewleta hiqûqê be bila 23 kes derkevin pêşberî darazê û bên girtin. Bila cezayê hewce dike bigirin, em ê jî wê demê biçin mala xwe. Dayika min 65 salî ye. Ew di bin zilmê de dijî. Ger li Tirkiyeyê çenek edalet hebe çenek wîjdan bi dozgeran re hebe ew ê vê edaletê bînin cih. Ger li ser darazê zext hebin ger destûr nayê dayin dozger tiştên hewce bike, karê xwe bike wê demê bila li ser paldankê rûnenên."   'Hemwelatiya wekhev wiha ye?'   Malbatê ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parvekirin kir:"Li gelek cihên Tirkiyeyê bêhiqûqî heye. Kes nikare vê yekê înkar bike. Lê belê bêhiqûqiya li Qesra Dadê ya Rihayê yekemîn e. (3 mirov li nexweşxaneyê hatin qetilkirin lê belê îdianame hîn tune ye.) Hemwelatiya wekhev wiha ye?"