'Em li Kurdistanê polîtîkayên bikaranîna hişbirê naxwazin' 2021-08-09 09:02:23   Derya Ren   ELIH - Welatiyên bertek nîşanî bikaranîn hişbirê ya li bajêr zêde bûye dan wiha gotin:"Em dixwazin kuçe û kolanên me ji bikaranîna hişbirê paqij bibe. Em li Kurdistanê polîtîkayên bikaranîna hişbirê naxwazin."   Li welat kaşkirina ber bi fuhuşê ve û bikaranîna hişbirê her diçe zêde dibe. Lê belê negirtina tedbîrên li hemberî vê yekê jî balê dikşîne. Li gel vê yekê zêdebûyina bikaranîn hişbirê ya li Êlih, Amed, Çewlig, Rihayê welatiyan ne rehet dike. Carinan ji bo pêşî li bikaranîna hişbirê bê birîn welatî li kuçeyên xwe nobetê digirin.    Êlihiyên bertek nîşanî zêdebûyina bikaranîna hişbirê dan bi lêv kirin ew ji siberoja zarokên xwe bi fikar in.    'Em li Kurdistanê polîtîkayên bikaranîna hişbirê naxwazin'   Şukriye Acar diyar kir ew naxwaze ciwan hişbirê bi kar bînin û wiha got:"Divê ciwan li dijî polîtîkayên bikaranîna hişbirê hestiyar tev bigerin. Em li Kurdistanê polîtîkayên bikaranîna hişbirê naxwazin. Em naxwazin zarokên me di rêya bikaranîna hişberê de bimeşin. Em dixwazin zarokên me di rêya serkeftinê de bimeşin. Em bang li malbatan dikin li ser zarokên xwe bisekinin û zarokên wan bi vê lîstika qirêj nexapin."    'Neviyê min jî bi hişbirê ve girêdayî bû'   Emine Değirmenci da zanîn ciwan tên xapandin û wiha got:"Dewlet dewsa li ser mijara bikaranîna hişbirê bisekine me digire û dibe. Lê belê ji bo kesên hişbirê difiroşin û bi kar tînin tedbîr nayê girtin. Yên tên girtin jî dawiyê tên berdan. Em dixwazin kuçeyên me û taxên me ji hişbirê bên paqijkirin. Neviyê min jî bi hişbirê ve girêdayî bû û ji mirinê vegeriya. Carinan gelek ciwanên di rêya ne baş de ne tên vira."   'Bi zanebûnê pêşî lê dikare bê birîn'   Halime Irmak bi lêv kir ji aliyekî bikaranîn û firotina hişbirê ji ber pirsgirêka debarê ye û wiha got:"Divê li qadên parqan tedbîrên ewlehiyê bên girtin. Polîs di warê bikaranîn û firotina hişbirê de tiştekî nakin. Ev jî diyar dike ku ev yek bi dilê wan e. Bi zanebûnê pêşî li bikaranîn û firotina hişbirê dikare bê birîn."   Muzaffer Orhan ê beşa sêwiranê ya grafîkê ya zanîngehê qedandiye da zanîn ew dixwaza di karê xwe de bixebite lê kar nabîne û got yek ji sedema bikaranîna hişbirê jî bêkarî, zexta derdorê ye û got îktidar jî dibe sedema bikaranîna hişbirê ya ciwanan.    Feryaz Değirmenci jî da zanîn divê kesên hişbirê bi kar tînin alîkariya wan bên kirin, bên tedawîkirin û wiha got:"Divê malbat di warê bikaranîn hişberê de ji zarokên xwe re zimanekî baş bi kar bînin, zimanekî ku bê famkirin. Divê alîkariya wan bê kirin û bên tedawîkirin."