Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê hat bibîranîn 2021-08-08 15:00:40   MEXMÛR - Rojnameger Denîz Firat a di dema êrişa li ser Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da li Mexmûrê bi daxuyaniya çapemeniyê hat bibîranîn.    Rojnameger Denîz Firat a di dema êrişa li ser Mexmûrê ya Herêma Federe ya Kurdistanê de di 8'ê Tebaxa 2014'an de jiyana xwe ji dest da bi munasebeta 7’emîn salvegera xwe li Mexmûrê daxuyanîya çapemeniyê hat bîranîn. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan cihê ku çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 234’an de lê dewam dike hat dayîn. Di daxuyaniya bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir de dayik û bavê Denîz Firat, çalakvanên greva birçîbûnê û welatiyên wargehê amade bû. Daxuyanî ji aliyê Rojnameger Mizgîn Orhan ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de hemû rojnamegerên di rêya têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn û wiha hat gotin:"Em rêhevala xwe rojnamevan Şehîd Denîz Firat û di şexsê wê de tevahî şehîdên çapemeniyê yên ku li ser şopa heqîqetê ked dane û tevahî berxwedêrên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine û gihane şahadetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê yên dijî mirovahiyê bi destê dewletên nîjadperest hatin avakirin û êrîşî gelek deverên Kurdistanê kirin. Ji Kobanê heya Şengal û Mexmûrê êriş û konsepta tunekirinê ya ku di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin hat pêk anîn. Li hemberî vê konsepta tunekirin, îmha û qirkirinê bi pêşengiya şervanên azadiyê ji Kobanê heyanî Şengal û Mexmûrê her qadek vegeriya kelhên berxwedanê yên parastina rûmeta mirovahiyê. Di encama vê êrişê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye pêkanîn de, 8’ê Tebaxa 2014’an rêhevala me Denîz Firat ku êrişên DAIŞ’ê yên li ser wargehê dişopand û li ser şopa heqîqetê rastiya dihat jiyîn ji tevahî mirovahiyê re radigihand hat şehîdxistin.    'Di oxira lêgerîna azadiyê de têkoşîn kir'   Di daxuyaniyê de hat ragihandin Denizê bûye çavkaniya hêzê û wiha hat gotin:"Deniz bi kesayeta xwe ya dilnizm, têkoşer û welatparêz ji me re bû çavkaniya hêz, mînak û moralê herî mezin ê bûyîna lêgerînvanê heqîqetê. Rêhevala me Denîz bi keda xwe ya giranbuha, bi pênûs û dîmenên xwe di oxira lêgerîna azadiyê de heya dawiyê têkoşîn kir û rastiyê ji mirovahiyê re ragihand. Ew konsepta qirkirin û tunekirinê ya ku bû sedemê şahadeta rêheval Denîz Firat îro jî berdewam dike. Lewra li çar aliyên Kurdistanê li ser hebûna kurdan êrişek pir mezin a nîjadperest di binya konseptek nû ya qirkirinê de dixin meriyetê. Weke rojnamevanên li ser ked û mîrateya nasname û xeta çapemeniya azad a ji Gurbetelliyan heyanî Denîzan û Nûjiyanan hatiye avakirin, kar û xebatên ragihandinê dimeşînin erka me ya herî sereke, bi şopandina heqîqetê ragihandina rastiyê ye. Bê guman xwedîderketina keda wan encax bi pêkanîna erk û berpirsiyariya ku weke mîrate wan ji me re hiştine, gengaz e. Em careke din di 7’êmîn salvegera şehadeta rêhevala xwe Denîz Firat de, tevahî şehîdên ragihandina azad bi rêz û minnetdarî bi bîr tînin. Soza xwe ya li ser şopa heqîqetê bilindkirina têkoşîna wan û pêkanîna armancên wan dubare dikin."   'Em ê li keda Denîzê xwedî derbikevin'   Piştî daxuyaniyê dayika Denîz Firat jî got:"Her sala ku derbas dibe weke bûyer nû qewimiye, ji bo min êşek gelek girane lê belê ji ber ji bo doza azadiya Kurdistanê têkoşîn kiriye em bi keda wê serbilind in. Em qet keda wê ji bîr nakin. Ya ji me tê em li ked û pênusa şehîdên xwe xwedî derbikevin, tişta ku şehîdên me ji me dixwaze ev e."