Aqûbeta endamên RJAK'ê 4 roj in nayê zanîn 2021-08-08 13:55:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Ev 4 roj in agahî ji du rêveber û endamek RJAK’ê ku ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê çûbûn Şengalê û di vegerê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, nayê girtin.   Bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kir. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelek ve hatin binçavkirin.   Endama Meclîsa Giştî ya RJAK’ê Wijdan Nuredîn li ser girtinê, duh daxuyaniyek dabû û ragihandibû; “Endamên me dema ji Şengale vedigeriyan, li seytereya Kelek hatine binçavkirin û heya niha jî nehatine berdan. Derbarê binçavkirinê de jî tu agahiyek nehatiye dayîn. Rêxistina me hem li gel Hikumeta Herêma Kurdistan û hem jî li gel Hikumeta Iraqê fermî ye. Em weke rêxistinek jinan di warê civakî de kar dikin."   Wijdan herî dawî bang li PDK’ê kir da ku di demek zû de kesên hatine binçavkirin berde, ger neyên berdan ew ê serî li rêyên din bidin.