Jinên HDP'yî serdana jinên karker ên demsalî kirin 2021-08-08 13:10:44   MÊRDÎN - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" bi jinên kedkar ên demsalî re hatin gel hev. Jinên HDP'yî li pirsgirêkên karkeran guhdar kirin û soza têkoşîna li dijî xizaniya jinê dan.   Hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" yên di çarçoveya kampanyaya "Ji bo Jinan Edalet" a bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  hat destpêkirin li Mêrdînê didome. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşê Acar Başaran, Berdevka Partiyê Ebru Gunay, parlamenter Semra Guzel, endamên Meclîsa Jinê, Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perihan Altundag li Qosera Mêrdînê bi jinên kedkar ên demsalî re hatin gel hev.    'Em li vir hewil didin debara xwe bikin'   HDP'yiyan li karkeran guhdar kirin û hemu karkeran rewşa xwe bi van gotina anîn ziman:"Em zêdetir xwendevan in an jî em kesên nehatine bicihkirinin. Gelek ji me ji dayikên xizan in. Em li vir hewil didin debara xwe bikin. Lê gelek caran ev pêk nayê jî. Pêwîst e ku di aliyê aboriyê temînata me were çêkirin."   HDP'yiyan ji saetên serê sibehê de dest pê kirin heta êvarê di nava gelek karkerên genim, xiyar û zebeşan de geriyan. Jinên HDP'yî  axivîn û soza têkoşîna li dijî xizaniyê dan karkeran.