Li navçeya Rezanê zarokek bi awayekî bi guman birîndar hat dîtin 2021-08-08 10:41:32   AMED - Li Navçeya Rezanê zarokek bi awayekî bi guman birîndar hat dîtin.   Li Kuçeya Mevlana Halît a Navçeya Rezanê ya Amedê zarokek 14 salî di 7'ê Tebaxê li de odeya xwe birîndar hat dîtin. Dayika dengê çekê bihîst xeber da polîsan.    Tedawiya zaroka bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê dewam dike. Lêpirsîna têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin jî didome.