'Denîz Firat heta dawiya jiyana xwe li eniya hêrî pêş têkoşiya' 2021-08-08 09:05:45   MEXMÛR - Rojnameger Denîz Firat bi hewldana xwe her tim di nava lêgerîna heqîqetê de bû û heta dawiyê jî rastiya gelê xwe ji raya giştî re ragihand. Rojnameger Filîz Budak, diyar kir ku Denîz bi xebat û têkoşîna xwe mînak bû û got: "Denîz bi hewldan û xebatên xwe pêşengtî kir û her wiha nîşan da ku jin dema bixwaze dikare di her aliyê de serkeftî be."   Bi sedan keç û xortên li ser vê erdnegariyê dijîn pênûsa Rojnameger Denîz Firat hildan û bûn şopdarên xewn û xeyalên wê. Leyla Yildiztan bi nasnav Denîz Firat, di sala 1984'an de li gundê Xecê Xatûn ê navçeya Çildêran a girêdayî bajarê Wanê ji dayik dibe. Malbata Denîzê li ser bîr û baweriya kurdîtiyê dijîn. Malbat ji ber li gundên ser sînor yên di navbera Rojhilatê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê de dijiyan, gelek caran rastî êrîş û zilma dewletnetewên li ser sînoran dihatin. Piştî ku tevgera kurd pêş dikeve û fikrê kurdîtiyê xwe di nava gelê bakurê Kurdistanê de birêxistin dike, Malbata Denîzê jî dest bi xebatên kurdîtî dike. Di dema derbeya 12'yê Îlona 1980'an de ji ber sedemên ku malbat welatparêz e û bi Tevgera Kurd re xebat dikin, bavê Denîzê tê girtin û piştî demekê ji girtîgehê direve û li gundê xwe bi qaçaxî dijî. Her ku dem derbas dibe zextên li ser malbata Denîzê zêdetir dibin, ji ber sedemên kurdîtî birayên Denîzê ji milê dewleta Tirk ve tên girtin û li ser malê zext çêdibin û her roj bi awayekî rûtîn leşker bi ser gund digirin û di malê de lêgerîn dikin. Êdî ji ber van sedeman jiyan ji bo wan tê astek wisa ku nikarin li gundê xwe bijîn.    Ji ber zextên zêde di sala 1990'an de Denîz bi malbata xwe re koçî bajarê Maku yê Rojhilatê Kurdistanê dibin. Li wir xwişka Denîz ya mezin Ayfer bi nasnavê Binevş Reşîd beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Piştî demek kurt mayîna wan li Maku dikeve xeteriyê û ji neçariyê vê carê jî malbat bajar duguherînin û diçin Urmiyê. Piştî demeke kurt mayîna wan a li bajarê Urmiyê jî dikeve xeteriyê ji neçarî vê carê jî malbat derbasî çiyayê Xakurkê dibin. Di sala 1991'an de dewleta Tirk tevgera xwe ya li ser herêma Xakurkê li Başurê Kurdistanê dide destpêkirin. Denîz bi malbata xwe re 15 rojan di nava şerê Xakurkê de dimînin. Piştî 15 rojan Denîz bi dayika xwe û xwîşk û birayê xwe yê biçûk re diçin gundê Sîdekanê, yê girêdayî bajarê Diyanê ku dikeve binarên çiyayê Xakurkê. Piştî ku Denîz bi xwişka xwe Sarya re bi hinceta dîtina xwişka xwe Binevş Reşîd diçin çiyayê Xakurkê û di wê demê de şer derdikeve herdu li herêma Xakurkê dimînin. Di sala 1992'yan de şerê bi navê birakujiyê yê di navbera PKK’ê û dewleta tirk, partiya PDK’e  û YNK şer derdikeve. Gelek jinên têkoşêr ên ku Denîz û Sarya ji wan hez dikin jiyana xwe ji dest didin li wir Denîz û Sarya bi wan bandor dibin û biryara beşdarbûnê didin.   Denîz bi dilxwaziyeke mezin di sala 2007'an de derbasî xebatên çapemeniya jinê dibe. Denîz ne tenê dibe rojnemevan ew di hemû aliyê jiyanê de xwedî kedek bêhempa ye. Di çapemeniyê de hem xwe bi awayekî lez pêş dixîne û hem jî bi hevalên xwe yên di çapemeniyê de dibe alîkar. Denîz demek dirêj xebatên kovara Tanriça Zîlan ku li qadên parastina medya tên çapkirin û ji bo radiyoya dengê welat bernameya rojeva jinê çêdike. Di sala 2011'an de derbasî xebatên ragihandina YRD’ê dibe û li wir ciyê xwe di xebatên nivîskî û dîtbarî de digire. Di sala 2013'yan de di konferansa rojnemevanan de Denîz weke koordînasyon tê hilbijartin û li Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê rojnamevanî dike. Li wargehê rojname rojeva welat a heftane çap dike, li gel wê ji kanala Stêrk Tv re bernamên taybet çêdike. Ji kovara Tanriça Zîlan re nivîsan dinivîse, di heman demê de ji ajansa JINHA'yê re nûçegîhanî dike û li gor pêwistiya nûçeyan ji ajansa Rojnews û ANF'ê re çêdike. Her wiha di dema şopandina şer de bi riya telefonê beşdarî MED nûçe, Stêrk Tv, Ronahî Tv, Çira Tv, Newroz Tv, IMC tv û radyo ya Dengê Welat, dibe û di heman demê de nûçeyên lezgîn dide ajansa ANF’ ê.     Di 8'ê Tebaxa 2014'an de di dema şopandina şerê di navbera Çeteyên DAIŞ û Gêrîlayan de, Denîz bi giranî birîndar dibe û wê radikin yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê û li wir jiyana xwe ji dest dide. Malbat, rêheval, têkoşerên azadiyê, Rojnamevan û gel bi rengekî girseyî cenazeyê wê hildidin ser milên xwe û li Çiyayê Qendîlê merasîma wê çêdikin. Paşê jî bi karwanekî girseyî ji gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê, bi hezaran rojnemevan û malbat, cenazeyê rojnemevan Denîz Firat li memleketê wê Wan û bi taybet li gundê Xecê Xatûnê li ser milên Rojnemevanên jin dispêrin axê.    Rojnameger Filîz Budak ji ajansa me re behsa taybetmendiya Denîz Firat kir.    'Denîz bi têkiliyên xwe bal dikişand ser xwe'    Filîz, di serî de bal kişand ser xebatên wê yên li Mexmûrê daye meşandin û got: "Rêheval Denîz li Mexmûrê di qada çapemeniyê de xebatekî bê hempa da meşandin. Heval Denîz bi xwe keçekî ji Mexmûrê bû, di temenekî pir biçûk de rêxistin nas kir û ket ser rêya heqîqetê. Di salên 90’î de êriş û hovitiya dewleta Tirk li ser gund û bajarên Kurdistanê, hişt ku heval Denîz bi malbata xwe re demekî li qadên çiyan jiyan bike. Şerên giran ku li qadên çiyan dihat meşandin, heval Denîz yekser bu şahidê van êrişan. Heval Deniz li ser çanda xwedawendan li ser şopa xwişkên xwe heta dawî têkoşîn da meşandin. Têkiliyên heval Denîz bi malbat, heval û zarokan re her wiha di xebat û sekna xwe de bala her kesî dikişand, ev jî sedema xwe di temenekî biçûk de tevlîbuna wê ya nava şoreşê dihat. Di temenekî biçûk de tevlîbûna wê ya nava karên mezin, milê xwe dayîna ber barekî ji temenê xwe mezintir, mezinbuna rihê heval dida nîşan kirin. mirov gelek caran di fikire; Gelo çi bi zarokekî 9 salî dede fikirandin kû bêje ‘welatê min dagir kiriye, pêwîste ez li kêleka hevalên xwe şer bikim’. Ji ber wê yekê tevlîbuna heval Denîz di jiyana wê de dibe xala vegerê, dibe biryara bingihîn ya jiyana wê. Ji xwe bi heval Denîz re 4 xwişk di demên cuda de tevlî nava refên gerîlla bûne, du xwişk beriya ku heval Denîz tevlî bibe gihiştibûn şahadetê."   'Bi xebat û têkoşîna xwe kesek mînak bû’   Filîz, wiha bal kişand ser taybetmendî û tarzê wê yên kar: "Heval Denîz bi giştî di nava tevgera azadiyê de 22 sal têkoşîn da meşandin. Bi xebat û têkoşîna xwe kesekî mînak bû. Di qada lê xebat dida meşandin de jiyanek dida ava kirin. Piştî demekî dûr û dirêj yên têkoşînê di sala 2012 de hat wargehê û di xebatên saziya ciwanan kar da meşandin. Taybetmendiya wê ya ku zarok û ciwan dikişand xwe hebû. Ev taybetmendiya wê ji rihê wê yê ku di temenekî biçûk de tevlî nava têkoşîna azadiyê bibû, dihat. Rukenî û hezkirina wê ya ji govendê taybetmendiya wê ya diyar bû. Di hemû şahiyan de mereqa wê ya berkirina cilên kurdî hebû. Piştî demekê derbazî qada çapemeniyê bû û di xebatên rojname Rojev û çapemeniya giştî de weke berpirsyara giştî cih girt. Di karê çapemeniyê de ji karê edîtorya heya belavkarî û nivîskariyê her kar da ser milê xwe. Tu carê xwe ji kar nedida paş. Karê ku dida pêşiya hevalên xwe wê bi xwe jî pêre dikir. Zarok tevlîkirina xwebatên belavkariyê de, bi wan re eleqedar bûyîn û di pêşxistina wan de kedekî mezin dida. Ev taybetmendiya wê jî ji zaroktiya wê dihat, dizanibû ku mirov di temenê xwe yê biçûk de ger bi xwestek be û li ser temelekî rast di nav civakekî têkoşer de were perwerde kirin dikare gelek tiştan bike. Di heman demê de dema ku mirov li wan zarokan temaşe dikirin jî bi heman cidiyetê karên xwe didan meşandin. Ji ber wê taybetmendiya heval Denîz, wan zarokan bi salan xebatên balavkariya rojnamê dan meşandin. heval Denîz ne tenê di aliyê kar de bi wan re eleqedar dibû û muxatap digirt. Dîsan van taybetmendiyên heval Denîz di temenekî biçûk de naskirina wê ya tevgera azadiyê ve girê didim. Ji ber ku mirov di zaroktiya xwe de li ser kîjan temelî şêwe digire, dema mezin dibe jî xwedî heman taybetmendiyane."    ‘Ji bo Denîz Firat dem pir giring bû’   Filîzê diyar kir ku Denîz Firat li Mexmurê bi derfetên herî kêm di qada çapemeniyê de karekî mezin dikir û wiha berdewam kir: "Li wargehê bi giştî xebatên çapemeniyê bi zimanê kurdî tên kirin û di heman demê de xebateke berfireh di qada çapemeniyê de tê kirin. Denîzê li wê qadê bi derfetên herî kêm di jiyana penaberiyê de, ji b rojname, ajans û televizyonan xebat dida meşandin û agahî kom dikirin. Ev jî ne karekî hêsan bû. Lê Denîzê li gel van hemû zehmetiyan jî xebateke gelek baş û serkeftî dida meşandin. Hertim di nava wargehê de digeriya û dixwest mirovan nas bike. Di her kolanekê ku derbas dibu bi ruyekî ken silav dida kesên li wê û piştre derbas dibû. Di kêliya kar û xebatê de dem ji bo wê pir giring bu, nedixwest kêliyeke dema xwe jî vala derbas bike. Ji bo parastina hevalê xwe hertim dixwest li cihên ku metirsî hebû bi xwe cih bigire. Bi hatina çeteyên DAIŞ’ê re jî heval bi heman rengî tevgeriya."   Filîzê got ku wekî tê zanîn di salên 2012-2015 de çeteyên DAIŞ’ê bi hovitî û êrişên xwe di aliyê pskolojîk de bandoreke mezin li ser her qada civakê kirin û berdewam kir: "Çeteyê DAIŞ'ê her devera ku dagir dikirin di warê psîkolojîk û çandî de serdestiyek didan avakirin. Piştî dagirkirina beşeke mezin ji xaka Iraqê cara yekem DAIŞ'ê li Mexmurê di Tebaxa 2014’an de li hember berxwedana hêzên Parastina Cewherî têk çû. Di wê demê de heval Denîz weke berpirsa giştî ya çapemeniya Mexmurê bû. Li wargehê wê demê li hemberî şert û mercên zor û zehmet yên penaberiyê, li hember êrişên hewayî û bejahî yên dijmin û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin dihat meşandin. ji ber wê sedemê heval Denîz hîn zêdetir dixwest vê berxwedana bê hempa, jiyana rêxistinkirî, êş û tranvayên penaberiyê bi kameraya xwe li ber çavan raxe  û bibe dengê vê civakê. Ji ber wê jî Denîzê li Wargehê gelek dihat hezkirin."   ‘Kesayetek xwedî berpirsyarî bu’   Filîzê li ser girêdan û berpirsyartiya Denîz Firata kar û xebatên wê jî ev tişt got: "Piştî ku şer li qadê giran bu, pêwîst bu ku kêlî bi kêlî agahî ji bo raya giştî were parvekirin.  Ji bo vê jî di serî de heval Denîz xwe berpirsyar dît û xwe da pêş. Dema ku wargeh dihat valekirin dema ku şer rûdida, heval Denîz kêlî bi kêlî xist bin qeydê û arşîvek bi qîmet ji dîrokê re kir mal. Li rexmê gelek êşên mezin di rêwitiya penaberiyê ya Mexmûrê de ji ber derfetên kêm, arşîveke ew qas berfireh nehatibu komkirin. Lê heval Denîz di wê demê de bi derfetên herî kêm, ji bo demên pêş arşîvek giranbiha ji dîrokê re da ava kirin. Piştî ku wargeh bi temamî hat valekirin heval Denîz bi israr li wargehê ma û ruhê wê yê parastina hevalên wê careke din derket pêş. Heval Denîz bi tena xwe amorên xwe yên çapemeniyê girt û li qada şer ma. Heval Denîz di kêliyên şer ên herî giran de bi kameraya xwe li eniya herî pêş bu. heval Denîz bi vê cesareta xwe dixwest bi awayekî herî zelal şer û berxwedana tê meşandin bi dîmen û bi beşdarbûna xwe ya bernameyên televiyonan ji raya giştî re parve bike.  Ango hatina gerîllayên YJA-Star û HPG’ê rizgarkirina Mexmurê ji çeteyên DAIŞ’ê kêlî bi kêlî cara yekem ji kameraya Heval Denîz gihişt raya giştî."    ‘Di kêliyên şer yên herî giran de Denîz li pêş bû’   Filîzê, anî ziman ku Denîz Firat heta kêliyên jiyana xwe ya dawî têkoşiya û wiha berdewam kir: "Di 8’ê tebaxa 2014 an de dema ku Heval Denîz bi kameraya xwe şahidî ji vî şerî re dikir, gihişt şahadetê. Bi heval Denîz re 4 endamên erka xwe parastinê jî birîndar bun. Di wan kêliyan de tenê heval Denîz ji qada çapemeniyê di eniya herî pêş de cih digirt, hemu rojnamegerên din ên herêmî û derveyê herîmê li paş bûn. Ji ber ku li vê derê tenê derdê heval Denîz ragihandina heqîqetê bû. heval Denîz di vê xebata xwe de bi ser ket û heta kêliya dawî ya jiyana xwe xebat da meşandin û gihişt şahadetê. Mexmûra bi xwezaya xwe ya çol  û beyarekî mezin tê naskirin bi xwîna gelek Denîzan hat avdan û ji ber wê jî ew qas bi qîmet bû."   ‘Denîzê nîşan da ku Jinek dikare çewa û çi bike’   Filîzê herî dawî li ser pêşbirka ji bo bîranîna Denîz Firat jî axivî û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Keda ku heval Denîz li Mexmûrê dayî, hişt ku Meclisa Ciwanên Mexmurê bigihîne biryareke bi nirx. Meclisa Ciwanan a Mexmûrê ji bo bîranîna  Heval Denîz salê carekê pêşbirkek a hunerî ku ji çîrok, wêne, serpêhatî û helbestan pêk tê li dar dixe. Ev xebat her sal di salvegera wê de dihat kirin lê ji ber rewşa ne aram a herêmê ev xebat her ji du salan carekê tê meşandin û kesên ku beşdar dibin bi merasîmekê tên xelatkirin. Ev xebata ku ji aliyê xwendevan û Meclisa Ciwanan a Mexmûrê ve tê rêvebirin li Mexmûr û derveyî Mexmûrê eleqeyeke mezin dibîne. Heval Denîz bi ruh û keda xwe bi nêzîkatiyên xwe yên li hemer civakê bi xwe ev da avakirin. Heval Denîz di her qadê de û li qada çapemeniyê nîşanî her kesê da ku bi derfetên herî kêm jinek dikare çewa û çi bide avakirin. Ev têkoşîna Denîzê ji bo me xebatkarên çapemeniyê mînakek herî mezin û berbiçav e."