Huda Kaya: Nasnameya kurd hedef hatiye girtin 2021-08-08 09:01:45   KONYA - Huda Kaya a ku çû serdana xizmên malbata Dedeogullari, diyar kir ku AKP û MHP dixwazin çanda lînçkirinê bikin rojeva civakê û berdewam kir, "Di encama van gotinên nefret û şîdetê de, li Îzmîrê di avahiya bajêr a partiya me de hat qetilkirin. Di roja 3'emîn a şewata ku nikaribûn vemirandana de Hamdî Dal hat qetilkirin. Malbatên kurd ku ji cihê xwe koçber bûne li bajarê hatine û têkoşîna jiyanê didin şîdeta li wan tê kirin hat berdewamkirin."   Ji aliyekî ve "kerasetên xwezayî", agirê bi daristanan ketiye ku nayê vemirandin, lehiya radibe, hem jiyana zindewarên li xwezayê dijîn û hem jî ya mirovan dike xeterê. Ji aliyekî ve jî êrîşên nijadperest ên li hemberî kurdan welat veguherandiye navenda kaosê.  Nijadperestiya ku bûye pirsgirêka herî mezin li welat çete û faşîzmê ji nû de bi teşe dike. Li Antalyayê çeteyên ku rê birîn û êrîşî kurdên ku kedkariya demsalî dikin kir kaosa li welat li ber çavan radixin.     Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Huda Kaya a ku çû serdana xizmên malbata Dedeogullari derbarê mijarê de nirxandin kir.   'Dixwazin çanda lînçkirinê bikin rojeva civakê'   Huda Kaya diyar kir ku îqtîdara AKP -MHP'ê Tirkiye ber bi karasetê ve dibe û got, "Di bin navê parastina hebûna welat de ketine ferqa ku êdî nema dikarin hesabê gendelî, dizî û komkujiyên ku pêk anîne bidin û ji ber vê jî bi tundî, zimanê nerfretê û cudakariya ku dikin dixwazin ku çanda lînçkirinê di nav civakê de pêşve bibin. Encama van polîtîkayên tundî û zimanê nefretê ye ku Denîz Poyraz li avahiya partiya me ya Îzmîrê hat qetilkirin. Di roja 3'emîn a agirê bi daristanan ket de jî ji ber ku nikaribûn agir vemirandana Hamdî Dal qetil kirin. Herî dawî jî ji malbata Dedeogullari di 30'ê Tîrmehê de 4 jê jin 7 kes ji malbatekê ji ber nasnameya xwe ya kurdayetiyê hatin qetilkirin. "     'Malbatên kurd dibin zextê de ne'   Huda bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP'ê yên nijadperest û wiha berdewam kir, "Em carke din ji ber polîtîkayên nijadperset ên AKP -MHP'ê tê gihiştin ku di serî de HDP kurd di bin zexteke çawa de ne. Em dibînin ku ji kurdê a polîtîk bigir her kurdek bi tirsa ku wê li deriyê wan bê xistin û êrîşî wan bê kirin dijîn. Tu mafê îqtîdarê tune ye ku vê êşê bi gelê me bide jiyîn . Me ji vir soz da. Em ê li dijî van polîtîkayên tekparêz ên MHP'ê û tifaqên din ku bi destê AKP'ê 20 sal e tê pêşxisitn têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku ev kujer û kesên ku cesaretê didin wan bên darizandin em ê şopdarên van bûyeran bin."    'Ji rastiyê aciz dibin'   Huda ya ku bal kişand ser lêkolîna li cihê bûyerê nehatiye kirin wiha dirêjî da axaftina xwe, "Hîna gelek pirsnameyên ku me derbarê qetlîaman de dan meclisê û em şopdarên wan in nehatine bersivandin û gelekên wan jî ji aliyê îqtîdara AKP -MHP'ê  ve nehatine qebûlkirin û hatin. Ji derxistina holê ya rastiyê direvin. Ji ber ku ev bûyer tênê ne ji ber pirsgirêkên cîrantî û zextên cîrantiyê pêk hatiye. Heta dawî em ê şopdarê dozê bin û ji bo rastî derkeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin."   'Nasnameya kurd hedef hat girtin'   Huda diiyar kir ku ev bûyer ji ber polîtîkayên AKP û MHP'ê yên nişadperset û zimanê nerfretê diqewimin û berdewam kir, "Bi êrîşa li ser malbata ku 7 ferdên wê hatin qetilkirin re nasnameya kurd hedef hatiye girtin û êrîşên ku beriya vê jî li ser heman malbatê hatine kirin bi heman armancê hatine kirin."