ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'Ê 2021-08-08 09:00:00   *Huda Kaya a ku çû serdana xizmên malbata Dedeogullari, diyar kir ku AKP û MHP dixwazin çanda lînçkirinê bikin rojeva civakê û berdewam kir, "Di encama van gotinên nefret û şîdetê de, li Îzmîrê di avahiya bajêr a partiya me de hat qetilkirin. Di roja 3'emîn a şewata ku nikaribûn vemirandana de Hamdî Dal hat qetilkirin. Malbatên kurd ku ji cihê xwe koçber bûne li bajarê hatine û têkoşîna jiyanê didin şîdeta li wan tê kirin hat berdewamkirin." DÎMEN HEYE   *Jinên siyasetmedar ên Şirnexê, bertek nîşanê êrîşên nîjadperest ku li bajarên Tirkiyeyê li dijî kurdan hatin kirin dan û li hemberî êrîşan banga berxwedanê li gelê kurd kirin. DÎMEN HEYE   *Rojnameger Denîz Firat bi hewldana xwe her tim di nava lêgerîna heqîqetê de bû û heta dawiyê jî rastiya gelê xwe ji raya giştî re ragihand. Rojnameger Filîz Budak, diyar kir ku Denîz bi xebat û têkoşîna xwe mînak bû û got: "Denîz bi hewldan û xebatên xwe pêşengtî kir û her wiha nîşan da ku jin dema bixwaze dikare di her aliyê de serkeftî be." BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin li dijî êrişên nîjadperest ên li hemberî kurdan têkoşîna hevpar hewce ye û wiha gotin:"Divê li her qada em lê bin em zimanê xwe, nasnameya xwe û qadên xwe yên jiyanê biparêzin. Ji bo vê yekê û li dijî êrişên nîjadperest divê em hêza xwe ya xweparastinê pêş bixin. Ev pêdiviya têkoşîna îro ye." DÎMEN HEYE