KCD û DBP bi hêzên demokrasî û kedê re hatin gel hev 2021-08-07 16:17:26   COLEMÊRG - Heyeta  KCD û DBP'ê li Colemêrgê bi dirûşma "Li hemberî faşîzmê em xwe rêxistin dikin" Hêzên Demokrasî û Kedê re hatin gel hev. Di hevhatinê de bal kişandin ser hewldana aştiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.    Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz bi dirûşma, "Li hemberî faşîzmê em xwe rêxistin dikin" di çarçoveya kampanyaya "Dem dema azadiyê ye" li Colemêrgê bi Hêzên Demokrasî û Kedê re hatin gel hev. Di hevdîtina ku li Sendîkaya Konfederasyona Kedkarên Cemweriyê (KESK) hat kirin, Baroya Colemêrgê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Endamên Platforma Şaxan a KESK'ê ya Colemêrgê  cih girtin. Herwiha di hevdîtinê de endamên Rêxisitnên Saziyên Sivîl (STO) û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede û hevserokên rêxistinên DHP'ê yên navçe û navenda bajêr û gelek partîzan tevli bûn.   'Cudakarî tê kirin'   Di destpêka hevîdtinê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û got, "Îqtîdara AKP û MHP'ê ji bo ku xwe li ser piyan bigirin sûcên mezin kirine. Di serî de Colemêrg derbarê tevahiya Kurdistanê de sûcdar in.  Ji ber sûcê ku kirine îqtîdara AKP û MHP'ê naxwaze ji serî biçe.  Rêxisitnên saziyên sivîl jî ji bo civaka me pêşengiyê dikin.  Di têkoşîna demokrasî û azadiy êde divê barê giran li ser milê partiyên siyasî, be. Ji ber vê jî têkoşîna saziyên sivîl gelek girîng e. Divê em li dijî faşîzmê têkoşîna xwe xurt bikin û bi hev re têkoşînê bidin. "   'Muhatap Birêz Ocalan e'   Piştre Hevseroaka DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û got, "Aarmanca serdana me ku em nêrîna gel û Rêxisitnên Saziyên Sivîl bigirin. Îroa 7'ê Tebaxê ye, berî bi du salan Birêz Oclan gotibû, 'Bila heftiyekê bidin min ezê pêvajoya şer bi dawî bikim'. Birêz Ocallan ji bo ku pirsa kurd bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin gelek hewl da. Lê zilma dewletê her ku çû zêdetir û berdewam kir.  Ev pergaleke ku çareseriyê pêk nayne ya mêr e.  AKP û MHP li ser tunehesibansina pirs kurd dixwazin dîktatoriya xwe ava bikin.  Zîhniyeta ku di salên 90'î de gund û bajarên kurdan hedef girt îro kurd kirine hedefa xwe. Li dijî van hemû pêkanînan têkoşîna hevpar divê. "   Piştî hevdîtinê heyetê serdana xwe ya li bajêr berdewam kir.