RJAK: Em aqûbeta endamên xwe nizanin 2021-08-07 16:11:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Ev 3 roj in agahî ji du rêveber û endamek RJAK’ê ku ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê çûbûn Şengalê û di vegerê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, nayê girtin.   Bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kir. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelek ve hatin binçavkirin.   Endama Meclîsa Giştî ya RJAK’ê Wijdan Nuredîn li ser girtinê, daxuyaniyek çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Endamên me dema ji Şengale vedigeriyan, li seytereya Kelek hatine binçavkirin û heya niha jî nehatine berdan. Derbarê binçavkirinê dejî tu agahiyek nehatiye dayîn. Rexistina me hem li gel Hikumeta Herêma Kurdistan û hem jî li gel Hikûmeta Iraqê fermiye. Em weke rêxistinek jinan di warê civakî de kar dikin.”   Di dewama daxuyaniyê de bang li PDK’ê hate kirin daku di demek zû de kesên hatine binçavkirin berde, ger neyên berdan ew ê serî li rêyên din bidin.