Jinên HDP'yî serdana jinên suryanî kirin 2021-08-07 15:19:36       MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji xizaniya jinê re na" bi jinên suryan re hatin gel hev. Di hevdîtinê de suryan pirsgirêkên ku dijîn bi Meclîsa Jinan re parvekirin.    Hevdîtinên "Ji xizaniya jinê re na" yên di çarçoveya kampanyaya "Ji bo jinan edalet" a bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat destpêkirin li Mêrdinê didome. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşê Acar Başaran, berdevka partiyê Ebru Gunay, parlamenter Semra Guzel, endamên Meclîsa Jinan û Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Ağaoğlu li Mîdyad û Nisêbînê bi jinan re hatin gel hevdu.    'Em nikarin debara xwe bikin'   Jinan li gundê Eynwerdê ya Mîdyadê bi jinên suryan re hatin gel hev û guhdarî pirsgirêkên wan kirin. Barbara ya ku li vî gundê dijî di hevdîtinê de axivî û wiha bal kişand ser pirsgirêkên ku dijîn: "Niha li vir jin di hêla axaftinê de zoriyan dijîn, nikarin pirsgirên xwe bînin ziman. Ji ber ku ditirsin. Niha em nikarin debara xwe bi xweşikî bikin. Ji ber ku em suryanine penîr, şîr, benî, bastîq û tiştên me çêkirine nastînin. Ji destê me tiştek nastînin ji ber wê yekê em nikarin debara xwe bi destê xwe bikin.  Heya em nikarin zarokên xwe bidin xwendin. Dixwazin zarokên me bikin misilman. Heya ku mamosteyên me ji wisa dikin."   'Em wekheviyê dixwazin'   Ayşe Acar Başaran, da zanîn ku hewl didin di nava civakê de wekheviyê pêş bixin û got: "Em dixwazin di nava civakan de wekheviyek ava bikin. Me di vê bernameya xwe de jî serdana ermeniyan, êzidiyan, suryaniyan û hemu beşên civakê kir. Armanca me ne siyasete temsilkirina hemû gelan e. Ji ber ku em tev de ji gelên kevnar ên van xakên kevnar in."   Piştî serdanên li Mîdyadê bi dawî bûn jin berê xwe dan Nisêbînê. Şande dê li Nisêbînê biçin şîna bavê hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku girtî ye Galîp Yûsûfoglû.