Xizmên Windayan li aqûbeta Osman Bûlûttekîn pirsîn 2021-08-07 12:26:50   AMED - Şaxa ÎHD û Xizmên Windayan, di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Osman Bûlûttekîn pirsîn û banga pêkanîna edelatê hat kirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya heftiya 652’yemîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” bi onlînê li dar xistin. Di çalakiyê de, pirsa aqûbeta Osman Bûlûttekîn (35) ê di 25’ê Tebaxa 1995’an de, li navçeya Pasûrê ya Amedê, di serdegirtina malê de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin hat kirin.   Alîkara Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr, çîroka Osman Bûlûttekîn vegot û wiha axivî: “Osman bavê 7 zarokan bû. Ji ber ku gundê wî Yeşîlkoy ji aliyê eskeran ve hatibû hilweşandin, neçar mabû ku koçî navenda navçeyê bike. Di 23’yê tebaxa 1995’an de, ji ber şerekê ketin û derketina navçeyê tê qedexekirin. Di derengiya şevê de, 4 kes bi çekên giran ku xwe weke polîs didin nas kirin, bi ser mala Osman Bûlûttekîn de digirin. Ev kes bi zorê Osman ji malê derdixin û qabloy telefona malê jê dikin.”    Sila, da zanîn ku piştî windakirina Osman Bûlûttekîn, carek din agahî jê nehat girtin û wiha got: “Malbata Osman serî li gelek cihan dan. Lê binçavkirina wî hat înkarkirin. Malbat difikire ku kesên Osman Bûlûttekîn ji malê birin hêzên ewlehiyê bûn. Ji bo ku kujerên Osman Bûlûttekîn bên dîtin û ceza kirin, malbatê daxwaza alîkariya hiqûqî ji ÎHD’ê kir. Lê ligel hemû hewldanên me jî, derbarê aqûbeta Osman Bûlûttekîn de, tu agahî nehatin bi dest xistin. Em dixwazin edalet were bi cih anîn û bersûc bên cezakirin.”