DAÎŞ'ê êrîşî Mexmûrê kir 2021-08-07 11:25:39     NAVENDA NÛÇEYAN- DAÎŞ'ê êrîşî Mexmûrê kir. Di encama êrîşa hat kirin de 3 kes birîndar bûn û 2 kes jî hatin revandin.   DAÎŞ'ê li Mexmûrê êrîşî gundê Kendarê yê di bin kontorola PDK'ê de ye kir. Li gorî nûçeya di Rojnewsê de hat weşandin, çeteyên DAÎŞ'ê ku gundî sekinandin, du kes ji wan revandin û 3 kes jî di encama êrîşê de hatin birîndarkirin.