Çalakiya malbata Şenyaşar 152 roj in didome 2021-08-07 11:01:35   RIHA- 152 roj in Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne.    Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 152'yemîn de didome. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferîd Şenyaşar ji ber ku avahiya edliyê îro girtî bû, nobeta xwe li mala xwe ya Pirsûsê dewam kirin.   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal di parvekirina kir de, spasiya endamên Lijneya Koordînasyona Rihayê (ÎKK) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê yên duh serdana wan kiribûn kir. Malbatê, di parvekirina xwe de ev peyam da: “Lijneyên Koordînasyona Riayê (ÎKK) û TMMOB’a Amedê serdana piştevaniyê ya têkoşîna edaletê li me kirin. Minnetdarê hemû kesên ku dibin dengê me. Em ê bi hev re mêzîna edaletê ya xirab bûye hevseng bikin.”