Jinên Botanê:Rabin ser piyan û dawî li tecrîdê bînin 2021-08-07 09:02:57   Rojda Aydin   ŞIRNEX – Jinên Botanê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Jinên ku tecrîd şermezar kirin diyar kirin tecrîd li ser tevahiya civakê ye û gotin, " Rabin ser piyan û têkoşînê mezin bikin."    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve heta niha li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û ji 20’ê Tîrmeha 2011’an heta niha di bin tecrîdê de tê girtin. Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîda girankirî de ye bi malbat û parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Girtiyên siyasî ên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'î de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku tê meşandin û bidawîkirina binpêkirinên mafan li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê a bêdem û dorveger kiribûn. Çalakakiya girtiyan ji 15 rojan carekê bi awayê dorveger di roja 254'emîn de ye. Jinên Botanê jî ku di çarçoveya van bertekan de  ji ajansa me re axivîn, anîn ziman ku tecrît nebitenê li ser Abdullah Ocalan li ser hemû civakê tê meşandin.    ‘Bi tecrîda li Îmraliyê li ser jin û civakê ye jî’   Kiymet Acar destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tecrîda li ser jinê û tevahiya civakê ye û wiha berdewam kir: “Tecrîd pêkanîneke dijmirovî ye divê neyê qebûlkirin. Serokê me herdem aliyê azadî û demokrasiyê ye. Naxwaze ku xwîn birije û kuştin pêk bê.  Ji ber vê kesên şerxwaz ew kirine bin tecrîdê. Ger ku tecrîd giran nebûya dê ev şer, komkûjî û kuştin çênebûna. Çiqasî tecrîd giran dibe şer gûr dibe û komkujî zêde dibin. Heta tecrîda li ser Serok neyê rakirin, tecrîda li ser jin û civakê jî dê ranebe. Di girtîgehan de greva birçîbûnê ku bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê hatiye destpêkirin di heman demê de daxwaza me ye jî û ji ber vê divê gelê me bibe dengê girtiyan û piştgiriyê bidê. Ger ku tecrîda li Îmraliyê rabe dê ji ser hemû civakan rabe rabe. Ger ku Serokê me nebûya dê jin ji mafên xwe agahdar nebûna. Serokatî hêza me nîşanî me da û îro jin li her qadê li ber xwe didin. Divê li dijî tecrîd li malên xwe rûnenên, rabin ser piyan û dakevin qadan."   ‘Em dayik azadî û aştiyê dixwazin’   Dayê Emîne Ozek jî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Heta tecrîda li ser Serok neyê rakirin dê tecrîda li ser gel jî ranebe. Ev 22 sa lin Serokê me bi awayê dijhiqûqî di bin tecrîdê de tê girtin. Em vê tecrîdê şermezar din û naxwazin. Divê dayik û gelê me yê kurd ji bo rakirina tecrîdê çi pêwîste bikin. Girtiyên ku li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan çalakî dane destpêkirin dxwaza wan daxwaza me ye jî. Bi girankirina tecrîdê re li Tirkiye û Kurdistanê şer her ku diçe kurtir dibe. Di girtîgehan de li ser girtiyan zext, komkûjî û tundiya li ser jinan zêde bû. Eger ku bi Serok re hevdîtin bihata kirin dê şer bihata rawestandin û ji bo girtiyên di girtîgehan de çareseriyek bihata dîtin. Em êdî kuştin, şer û girtinan naxwazin.  Li  Rojhilata Navîn û başûrê Kurdistanê şerê ku hatiye destpêkirin berdewam dike. Em naxwazin gelê me, zarokên me û çiyayên me bên gûlebaran kirin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin ev tecrît bê rakirin û bila ev şer bi dawî bibe. Em jiyanek azad, aştiyane û wekhev dixwazin. Em dayik kuştinê û şer naxwazin. Em azadî û aştiyê dixwazin. Di encama êrîşên dewleta tirk ku niha li başûr pêk tên de eger gêrîla şîv be, Barzanî jî bila baş bizanibe ku ew jî firavîne. Ji ber vê yekê jî em şerê di navbera kurdan de naxwazin. Di serî de jî wekî her carê divê dîsa dayik rabin ser piyan û vî şerî bidin sekinandin. Bila hemû kes destên xwe dayîne ser wîcdana xwe. Em kurd hatin dinyayê û em ê heta dawiyê jî kurd bin."   ‘Ji bo jiyanek azad û wekhev yekitî divê’   Dayê Asya Tay jî destnîşan kir ku ne bi tenê Abdullah Ocalan îro hemû gelên li Tirkiyê di bin tecrîdek giran de ne û wiha domand: “Em ê heta dawiyê xwedî Serokatî û girtiyên xwe derbikevin. Dema şer çêdibûn dayik diketom  navberê û laçikên xwe yên spî diavêtin. Îro jî em dayik carekedin li dijî şer derdikevin. Ger ku daxwazî û gotinên me bi cih bianîna dê ev şer tune bûya. Dayik her carê bi têkoşîna xwe ji şer re bûn bersiv. Bi girankirina tecrîdê re şer zêde bû. Em naxwazin zarokên tu kesî bên kûştin. Dayik kuştinê û şer naxwazin. Em bi tenê jiyaneke azad dixwazin. Banga me ji dewletên navneteweyî re ye ku bila ji vî şerî re çareseriyekê bibînin û tecrîd bê rakirin. Em naxwazin dilê tu dayikan bişewite û tu dayik rondikên çavan nebarînin. Ji bo jiyanek azad û wekhev divê yekitî bê avakirin. Divê Gelê Kurd yekitiya xwe ava bike ku jiyanek aram bê jiyîn. Dema yekitî çêbibe dê ev şer jî bi dawî bibe. Van hemû nakokiyan jî bi tenê Serokatî dikare çareser bike. Ger tecrîd rabe dê şer jî bi dawî bibe. Lê belê hikûmet bi zanebûn tecrîdê ranake û şer kur dike.”   ‘Bila ev tecrîd bê rakirin û aramiyek bê vî welatê’   Nuriye Bîlîr jî ev tişt got: “Bila ev tecrîd bê rakirin û aramiyek bê vî welatî. Ji bo rakirina tecrîdê divê em dest bidin destên hev. Bi girankirina tecrîdê re di girtîgehan de zext û gef zêde bûn. Îro di girtîgehan de li dijî rakirina tecrîdê girtiyan bi mehane bedena xwe dane ber birçîbûnê. Divê daxwazên girtiyan demildest bên qebûlkirin. Tecrîd îro ne bitenê li ser Serok, her wiha li ser girtiyan jî tê meşandin. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe û tecrîd bê rakirin. Dxwaza zarokên me daxwaza me ye jî.”   ‘Em ê bi berxwedanê tecrîdê bidawî bikin’   Sorê Yagircag jî bi lêv kir ku ev 22 salin Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de tê girtin û tecrîdek giran li ser wî tê meşandin û ev tiştan got: “Ev demek dirêje ku em ji Serokê xwe tu agahiyê nagirin. Ji ber v jî em gelek bifikarin. Bi girankirina tecrîdê re girtîgeh bi zarokên me tijî bûne û bûne cihê îşkenceyê. Tecrît îro li ser girtiyan jî tê kirin. Em ê bi berxwedan û têkoşînê tecrîdê bidawî bikin. Dewlet bi zanebûn tecrîdê giran dike. Hikûmet şer dixwaze, lewra jî tecrîdê giran dike. Îro bi girankirina tecrîdê re li her devera welat şer, kûştin û komkûjî tên kirin. Ger ku îro Serokatî ne di girtîgehê de û di bin tecrîdê de nebûya niha jiyanek azad û wekhev hatibûya avakirin. Ji bo ku zilmê li me kurdan bikin Serok girtine. Heta dilopeke xwîna me hebe em ê li ser vê rêyê û dozê bin. Zarokên me li girtîgehan di  greva birçîbûnê de ne. Daxwazên wan daxwazên me ne. Em ji bo jiyaneke azad bang dikin ku tecrîd bê bidawîkirin û Serokê me azad bibe. Heta ku em  tecrîdê bi dawî nekin em nasekinin.”   ‘Ger ku em nebin yek, em ê herin yek bi yek’   Emîne Demîr jî da zanîn ku ji bo rakirina tecrîdê divê Gelê Kurd dest bide hev û wiha pêlda axaftina xwe: “Em naxwazin ku êdî xwîn birije. Li çar aliyê welat şer heye.  Banga min ji Mesût û Nêçîrvan Berzanî re ye ku xwîna kurdan bi kurdan nede rijandin. Em xwîş û birayê hevdû ne. Her wiha îro di girtîgehan de ji bo rakirina tecrîdê grevên birçîbûnê dest pê kirine. Bila Erdogan dest bide ser wîcdana xwe û vî şerî bide sekinandin. Bi milyonan kurd û parlamenterên me di girtîgehan de ne. Em jiyanek azad, wekhev dixwazin.  Ger ku em bi tifaq bin em ê vê tecrîdê bişkînin.  Ger em nebin yek dê ev tecrîd ji ser me neyê rakirin.”