ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'Ê 2021-08-07 09:00:08   *Weke ku tê zanîn di cîhanê de gel û civakên bê wêje nehatine dîtin an jî bi demê re tune bûne. Ji bo ku gel û civak bi tunebûnê re rû bi rû nemînin, di şerê man û nemanê de ketine pêşbaziyê, ew gelê ku ziman, çand û wêjeya xwe parast û bi pêş xist, cihê xwe di lîsteya hebûnê de tomar kir. PÊNÛSA JINÊ    *Jinên Botanê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Jinên ku tecrîd şermezar kirin diyar kirin tecrîd li ser tevahiya civakê ye û gotin, " Rabin ser piyan û têkoşînê mezin bikin." DÎMEN HEYE   *Jinên ku li Îzmîrê dijîn bertek nîşanî êrîşên nîjadî dan û gotin: "Êrişên ku pêk tên ne tesadûfiye û divê em li dijî êrîşên nijadî bertekên xwe bînin ziman ku bila hejmara bûyerên bi vî rengî zêde nebin." BI DÎMEN    *Dayika Egît Îpek, Halîse Îpek bertek nîşanî şandina cenazeyan a bi kargoyê da û wiha got:"Zarokên me perçe dikin. Ev têr nake bi kargoyê dişînin. Êdî bes e, hestiyên me bi kargoyê neşînin!" DÎMEN HEYE