Li Mexmûrê koma 117'an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt 2021-08-06 12:26:01   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, bi dewirgirtina koma 117’an a îro didome. Di merasîma dewirgirtinê de hat diyarkirin ku dê tu carî serî netewînin û têkoşîna xwe mezin bikin.   Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Koma 117'an çalakiya ku 232 roj in berdewam dike îro dewir girt. Beriya merasîma dewirgirtina çalakiyê deqeyek rêz hat girtin.   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.