ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê 2021-08-06 09:01:08   *Samiya Akbîl a bi zarok û xizmên xwe re karkeriya demsalî dikin qala pirsgirêkên dijîn û têkoşîna li dijî vê yekê kir. Samiyayê bal kişand ser zehmetiyên dibîne û wiha got:"Em debara xwe bi karê demsalî dikin. Em hem biçûk hem mezin dixebitin. Lê belê şerd û mercên em di nav de ne, ne asayî ne û em beramberê keda xwe jî nagirin. Tevî vêya em li berxwe didin." DÎMEN HEYE   *Li gel êrîşên nijadperest ên li hemberî kurdan ku li Antalyayê berdewam dikin, hat diyarkirin ku bi hinceta şewata daristanan komeke nijadperest "derketine neçîra kurdan" û kurdên li heman bajarî dimînin bi rojan e nikarin ji malên xwe derkevin.   *Endama Meclîsa Giştî a Şaredariya Bajarê Şirnexê ya HDP Asûman Kulter ku ji bo "demekê" ji peywirê hat dûrxistin, ji bo hêzê û piştgiriyê bide jinan wek alternatîf cihê pijandina nanê tenûrê û sêlê vekir. Asûman got: “Jin di her qadê de serkeftî ye. Ji ber vê yekê çi kar hebe jin dike. Dema jin bixwaze dikare her karî bike." DÎMEN HEYE