HDP: Li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê sûcên şer pêk tên 2021-08-05 16:47:50   ENQERE - HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî êrişên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê da û got: "Em bang li hemû saziyên navnetewî dikin ku qetlîamên sivîl ên dawî yên ji aliyê endamê NATO û Konseya Ewropayê ango Tirkiyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên Til Temirê yên di bin kontrola wî de pêk tên, di cihê wan de lêkolîn bikin û berpirsiyartiyê xwe bi cih bînin.”   Hevberdevkên Komîsyona Kar û Barên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy bertek nîşanî sûcên şer ên giran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê dan û bang li civaka navnetewî kirin.   Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Di rojên bihorî de cenazeyên ku ji goristanek a li Efrînê hatibûn derxistin hatine revandin. Ajansa Anadolû propagandeya ku vê yekê weke ku goristaneke ya komî ye û yên hatinî înfazkirin tê de hatine veşartin e kir, komên herêmî diyar kirin ku ev cenazeyên kesên di parastina Efrînê de jiyana xwe jidestdayî ne û bang li saziyên navnetewî yên serbixwe kiribûn ku di cihê bûyerê lêkolîn pêk bîne.    Piştî vê heqareta li hemberî cenazeyan û yên jiyana xwe ji dest dane, di encama bombebarana roja 2’yê tebaxê ya li ser bejahiya Til Temirê 2 sivîl birîndar bûn. Roja 4’ê tebaxê jî li heman herêmê di encama êrîşên bi tankan a li ser gundê Sefewiye ya Til Temirê hat kirin de bav Zêdan Xelef El-Îsa û zarokên wî Ziyad, Mûne û Hûda hatin qetlkirin. Ji yên di encama wê êrişê de jiyana xwe ji dest dayî re sersaxî dixwazin, ji malbatê re sebir û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin.   Di destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê yên li ser Sûriyeyê heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan birîndar bûne û bi hezaran sivîl ji cih û warên xwe bûne. Tevî ku îddîayên saziyên navnetewî yên têkildarî dibetiya pêkanîna sûcên şer ên cidî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rojevê neketine, dubarebûna êrîşên wiha yên li sivîlan nîşan dide ku wê sûcên giran ên şer û dijminatiya kurdan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dom bike.   Ji ber vê sedemê em bang li hem raya giştî ya Tirkiyê û hem jî raya navnetewî dikin ku li hemberî sûcên mirovatiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin bisekinin. Her wiha di serî de Neteweyên Yekbûyî, bang li hemû saziyên navnetewî dikin ku qetlîamên sivîl ên dawî yên ji aliyê endamê NATO û Konseya Ewropayê ango Tirkiyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên Til Temirê yên di bin kontrola wî de pêktên di cihê wan de lêkolîn bikin û ji bo hovîtiyên bi vî rengî careke din dubare nebin erk û berpirsiyartiyê xwe bi cih bînin.”