Ji hezar û 138 kesayetan bang: Em banga yekitiyê li gelê xwe dikin 2021-08-05 16:30:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Hezar û 138 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û kesayetên ku di bin sîwaneya Platforma Li Dijî Dagirkeriyê de kom bûne, li hemberî êrîşan bang kirin û gotin: "Di demeke aloz û krîtîk de em ji hemû kurdan dixwazin ku li dijî neyarên neteweya me û lîstikên wan derkevin û xwedî yek helwest bin."   Ji çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat, hezar û 138 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û kesayetên ku di bin sîwaneya Platforma Li Dijî Dagirkeriyê de kom bûne, li hemberî êrîşên dagirkeriyê bang kirin. Daxuyanî bi rêya Zoom hat dayîn.   Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: "Dewleta tirk ya ku di bin rejîma nijadperest û faşîsta AKP-MHP de ye, piştî amadekirina hemû plan û peywendiyên xwe, di 24'ê nîsana 2021'an de bi hemû hêzên xwe dest bi êrişa li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayên başûrê welatê me kir. Helwêsta dewleta Tirk bi vî şerî zelal e, dagirkirina başûrê Kurdistanê û peyama jenosîdê!   Ev dewlet bi kîn û dijminatiya xwe ya hovane ve, li dijî gelê me, bêyî ku cudatiyê têxe nava zarok û jin û kal û pîr û nexweşan, hemû kurdan dike armanc. Di vî şerî de bi armanca valakirina gund û jîngeha welatê me, bi tank, top û balafirên cengê, zevî, çiya û daristanan dişewitîne. Li aliyê din jî, bi talankirina daristanan, qutkirina ava çemên Dîclê û Firatê jî dixwaze gelê me mecbûrî koçberîyê bike, da ku Kurdistan bê kurd bimîne.   Dewleta tirk di stratejiya xwe ya dagirkeriyê de hemû yasayên navdewletî binpê dike. Sînorên erdnîgariyê derbas dike û dikeve nav axa xelkên din. Di şer de çekên kîmyewî bi kartîne, bi dironeyên çekdar qetilkirina gel û siyasetmedarên Kurd pêktine, daristanên kevnar yên herêma Behdînan û zeytûnên Efrînê talan dike û difiroşe. Li dijî qanûnên navdewletî tevdigere û qutkirina ava çemên Firat û Dîcleyê li dijî gelê me wek çek bi kartîne. Çawaku demografiya Efrînê diguherîne, her weha çeteyên terorîst ên DAIŞê ji Sûrî tîne û li Başûrê Kurdistanê jî bi cih dike. Bi dehan pel tawanên şer û dijmirovahiyê yên dewleta Tirk dikarin bêne hejmartin.   Lê niha li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk dem dema seferberiya neteweyî ye. Şerê ku ev sê meh e li dar e, li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê bi dijwarî didome, rasterast ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê ye jî.   Dagirkirina Kurdistanê ne tenê li hemberî Gelê Kurd, her weha li hemberî gelên Ermenî, Asûrî, Suryanî, Keldanî, Ereb, Turkmen û pêkhateyên din jî xeteran bi xwe re tîne.   Her çiqas Dewleta tirk bi bazirganiya dîplomasî, siyasî û aborî hemû samanên dewleta xwe ji bo şerê li dijî kurd û Kurdistanê pêşkêşî hêzên navdewletî kiribe jî, dîsa bêdengiya wan hêzan dibe şirîkatî. Di serî de UN, NATO, Lîga Dewletên Ereb, Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê berpirsiyar in, ku binpêkirina yasayên navdewletî ya Dewleta Tirk bi awayekî bi lezûbez rawestînin. Heta ku ew bêdengî berdewam bike, dewleta dijminê gelên Kurdistanê wê vê bêdengiyê wek piştgirî binirxîne.   Metirsiya vî şerî mezin e, ji ber ku dewleta tirk di salvegera jenosîda Ermeniyan ya roja 24’ê Nîsanê de dest bi vî şerî kir. Peyam zelal e: Me çawa li Tirkiyeyê di 24’ê Nîsana 19157'an de qirkirina Ermeniyan pekanî, em ê wisa Kurdan jî qirbikin.   Di demeke aloz û krîtîk de em, ev kesên ku navên wan heyî vê bangewaziyê îmze dikin, ji hemû kurdan dixwazin ku li dijî neyarên neteweya me û lîstikên wan derkevin û xwedî yek helwest bin.   Bila dost û dijmin zanibin, ku em kurd, weke hemû mirovên vê dunyayê, di nav xwe de xwedî bîr û baweriyên cûda ne, lê gava ku mijar bû parastina xaka me ya pîroz, em yek in.   Ji ber vê yekê em vê bangewaziyê îmzedikin û banga yekîtiyê li gelê xwe dikin.”