3 jinên ku ji Şengalê vedigeriyan ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin 2021-08-05 16:15:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Du rêveber û endamek RJAK’ê ku bi armanca beşdarbûna bîranîna şehîdên fermana 74’an çûbûn Şengalê, di dema vegerê de li seytereya ketina Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin binçavkirin.   Şandeyek ji Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), ji bo ku tevlî merasîma bîranîna salvegera şehîdên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê bibin, ji Silêmaniyê çûbûn Şengalê.   Şandeya ku ji endamên Meclîsa RJAK’ê Xewla Mhemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, piştî merasîmê îro ber bi Silêmaniyê ve ket rê. Lê li Seytereya Kelek a ketina Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.   Li gorî agahiyan ji rêveberiya RAJK’ê girtine, endamên şandeyê piştî ji Mûsilê derketine, li asayîşa ketina Hewlêrê hatine binçavkirin û derdora 5 saetane agahî ji wan nayê girtin.   Rêveberiya RJAK’ê bang li PDK’ê kir ku endamên wan demildest serbest berde.