Parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr: Bedengî tê wateya pejirandina rewşê 2021-08-05 12:32:20       NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê de parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr da zanîn ku bêdengiya hikûmetên Iraq û Hewlêrê tê wateya pejirandina êrişan.    Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Bêdengiya Hikûmeta Iraq û Herêmê ya li hemberî êrişan jî didome. Di 29’ê hezîrana 2021’an ji bo ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, li parlamentoya Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de bersiva pirsên parlamenteran bide, parlamenterên Iraqê ketibûn nava liv û tevgerê. Daxwaznameya ku radestî Mistefa Kazimî hatî kirin ji aliyê 43 parlamenterên Iraqê ve hatibû îmzekirin. Lê heya niha jî Mistefa Kazimî bersiva parlamenteran nedaye.   Parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr derbarê mijarê de ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku bêdengiya hemberî êrişan tê wateya pejirandinê. Rêzan diyar kir ku îmzeyên ku wana di nava parlamenteran de komkirîn, radestî parlamentoyê kirine û got: "Me fermî bang li Kazimî kiriye bê nav parlamentoyê û derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de bersiva pirsên parlamenteran bide.    Em li hemberî binpêkirina dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê bêdeng namînin, bêdengî tê wateya pejirandina rewşêye. Em ê di civîna bê de carek din vê bangê li serokwezîr Kazimî bikin. Divê Kazimî were parlamentoyê û derbarê hatina dewleta Tirk ya di nava Iraqê de, agahiyên zelal bide. Gelo Tirkiye bi îradeya xwe hatiye, yan jî bi îradeya dewleta Iraqê? Yan jî ji mere bêje, ji bo çi Iraq vê destwerdana dewletên cîran qebûl dike, xala lewaz ya Iraqê çiye?”