Li Aydinê koma nîjadperest 3 kes lînç kir 2021-08-05 12:11:02       AYDIN - Komeke nîjadperest a ji 100 kesî pêk dihat, li navçeya Efeler a Aydinê, 3 kesên di wesayîteke ku dan sekinandin de lînç kirin.    Li gundê Emîrdogan ê navçeya Efeler a Aydinê, komeke nîjadperest a ji 100 kesî pêk dihat, bi îdiaya ku hatine şewitandina daristanan wesayîteke bipîlaqeya Balikesîrê da sekinandin û 3 kesên di wesayîtê de lînç kirin. Li ser agahdarkirinê cendirme hatin gund û 3 kesên ku hatin lînçkirin binçavkirin û birin Qereqola Cendirmeyan a Efelerê.   Di dîmenên ku çavkaniyên herêmî gihandin Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) de koma ku ji nêzî 100 kesî pêk tê dûrişmeya "bila geber bibin" berz dikin û hewş didin pêşiya wesayîta cendirmeyan a 3 kesên ku lînç kirine têde ne bigirin.    Çavkaniyên herêmî, gotin ku koma nîjadperest ji ber ku di wesayîtê de tup û bîdoneke mazot hebûye her sê kesan lînç kirine.