'Bi zimanê nefretê kurdan dikin hedefa nîjadperestan' 2021-08-05 09:05:59   Medya Uren   MÊRDÎN - Jinên siyasetmendar ên Mêrdînê li dijî êrişên nîjadperest bertekên xwe nîşan dan û wiha gotin:"Divê hemû çalakiyên li dijî qetlîaman pêk tên bi hêztir bibin. Ji ber bi zimanê nefretê kurdan dikin hedefa nîjadperestan."   Di 30’yê Tîrmehê de li Kuçeya Ozşahînê ya Taxa Hasankoyê ya Navçeya Meramê ya Konyayê êrişeke nîjadperestî li dijî malbata kurd hat kirin. Di encamê de 4 jê jin 7 kes hatin qetilkirin. Hat diyarkirin piştî êrişê agir bi malê hat xistin. Li dijî van êrişan li her deverê Kurdistanê û welatên din kurdan bertekên mezin nîşan dan. Di 31’ê Tîrmenê de jî bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan li Mêrdînê meşek bi girseyî hat lidarxistin lê belê polîsan êrişî çalakvanan kirin. Jinên siyasetmedar ên Mêrdînê  li dijî êrişên nîjadperest hêrsa xwe anîn ziman û gotin bi van êrişan ew nikarin me bêdeng bikin.   'Kujer diyar in û divê werin darizandin'   Hevseroka HDP’ê ya navçeya Artukliyê ya Mêrdînê Remziye Aburşu têkildarî komkujiya nîjadperest ev tişt parve kir:"Wekî kurd her tim gef û êrişên nîjadperest li me tên kirin. Bi sedan kurd ji bo ku bi zimanê xwe axivîne hatine qetilkirin. Niha jî bi polîtîkayên îqtidarê re ew hedef tên nîşadan. Bê guman bingeha îqtidar amade dike rê li ber vê yekê vedike. Ji ber wê sedemê ne tenê kujer pêwîst e yên ku bingeha vê qetlîamê amade dikin jî werin darizandin. Em çiqas li hemberî nîjadperestiyê derdikevin ew jî ewqas li hemberî me êrişan pêk tînin."   'Em serî natewînin'   Remziyeyê bi lêv kir ev qetlîamên mezin in û wiha gotina xwe bi dawî anî:"Pêwîst e em hêsan nêzî bûyerên bi vî rengî nebin. Bê guman bi zanebûn û plan e. Dixwazin me qir bikin û me bitirsînin. Em weke jinên kurd tucar serî natewînin. Ew çiqas êriş bikin em ê ewqas serî hildin. Niha jî divê gelê me di ferqa bûyeran de be û li gorî wê nêz bibe. Em li benda bertekên mezintir in. Em bawer in ku wê gelê kurd sekna xwe nîşan bide."   'Me tim aştî dixwest'   Ji rêvebira navçeya  Qoserê ya Mêrdînê Aysel Ayaw jî bal kişand ser armancên dewleta tirk û wisa got:"Ji bo ku çareseriyek were pêşkêşkirin gelê kurd, siyasetmendar û hemû beşên civaka kurd di nava hewildanekê de ne. Armanca me aştî ye. Lê belê li hemberî armanca me wan her tim hewil dan nexweşiyê  û zemîna şer ava bikin. Ji bo vê jî hemû derfetên xwe bi kar tînin. Me di her komkujiyê de helwesta xwe neguhert. Lê weke pêşiyên me dibêjin ‘dijminê pêşiyan nabe dostên lawan.’ Em jî di vê ferqê de ne. Em çiqas hewil bidin jî ew ê hişmendiya xwe ya nîjadperet bidin dewamkirin."   'Destûra dirûşman, meş û daxuyaniyê nedan'   Ayselê herî dawî bal kişand ser parastina kujeran û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Her tim piştî êrişên xwe dikevin nava hewildana nixumandina bûyerê û parastina kujeran. Em ê destûra nixumandinê nedin. Di heman demê de em dixwazin berteka xwe li hemberî komkujiyan nîşan bidin û ew jî vê asteng dikin. Beriya niha me li Mêrdîn, Nisêbîn û Qoserê çalakiyên xwe yên li hember komkujiyê pêk anîn. Lê belê ji bo me bûn asteng. Destûra dirûşman, meş û daxuyaniyê nedan. Me dorpêç kirin. Ango êrişî me kirin û binçav kirin. Em helwesta wan jî şermezar dikin."   'Bi zimanê nefretê kurdan dikin hedefa nîjadperestan'   Hevşaredara HDP’ê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag jî anî ziman îqtîdar a cudaker, newekhev ku zirarê dide aştiya civakê îro vedigere qetlîaman. Fîgenê wiha berdewam kir:"Li gel zimanê xwe yê bi gef û êrişkar polîtîkayên bêcezahiştinê dide meşandin. Ev jî ji bo komkujiyan û êrişên nîjadperest dibe bingehek. Bi taybet jî siyaseta kurd didin meşandin ji xwe re weke gefekê dibînin û ji siyaseta legal re re dibin asteng. Divê hemû çalakiyên li dijî qetlîaman pêk tên bi hêztir bibin. Ji ber bi zimanê nefretê kurdan dikin hedefa nîjadperestan."   'Em ê li hemberî van polîtîkayan serî rakin'   Fîgenê êrişa divê kujer bên cezakirin û wiha got:"Kujer û wehşên ku ji van polîtîkayan cesaretê digirin herî dawî 7 canên me qetil kirin. Ew jî têr nekir agir berdan xaniyê wan. Îqtidara ku polîtîkayên nîjadperestiyê xwedî dike û ewlehiyên pêwîst negirtiye şîrîkê komkujiya li ser kurdan e. Ji ber vê sedemê em careke din îqtidarê vedixwînin zimanê wekhev, aştiyane. Bila van êrişana asteng bikin û  bêhtir zirarê nedin aştiya civakê. Pewîst e ev bûyer û bûyerên bi vî rengî baş werin lêkolînkirin. Ango divê ew qetilkar bi hawê herî giran werin cezakirin. Em ê her tim li dijî van polîtîkayan li berxwe bidin û serî rakin."