Serdanên şîna ji bo malbata kurd a hat qetilkirin didomin 2021-08-04 16:52:38   KONYA - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya çû serdana şîna malbata kurd a li Meramê.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Huda Kaya çû serdana xizmên malbata kurd a li Merama Konyayê ya ji aliyê faşîst Mehmet Altun ve hat qetilkirin. Hudayê çû konê çadirê yê li Kuçeya Saraçoglu ya Karatayê û sersaxî xwest.    Piştre Hudayê çû ser gorên 7 kesên hatin qetilkirin.    Hudayê piştî serdanê li ser hesabê xwe yê twittirê ev parvekirin kir:"Kesekî ji derewkarên bi meaş ên li qesrê bawer bikin tune ne êdî. Her kes dizane ku sedema qetilkirina vê malbatê ji ber kurd bûn. Navê zarokên xwe kirin Bariş lê belê bersûcê wî bû hedefa nefretê."