HDK bi nûnerên jin ên hevparên kongreyê re hat gel hevdu 2021-08-04 15:53:42   ÎZMÎR - Hevberdevka HDK'ê Esengul Demir, bi nûnerên jin ên hevparên kongreyê re hat gel hevdu. Di hevdîtinê de li ser nexşerêya ew ê bê şopandin dan û stendina fikir û raman hat kirin.     Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demir û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Murat Çepni bi heyeta li gel xwe dê li Îzmîrê du rojan serdanan bikin. Di vê çarçoveyê de bi nûnerên jin ên hevparên kongreyê re hevdîtin hat kirin.    Bi hevparan re hevdîtin hat kirin   HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Tevera Jinên Azad (TJA) û nûnerên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Hukumxwar û Girtiyan a Egeyê (EGE-TUHAYDER) beşdarî hevdîtina li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat kirin bûn.    Di hevdîtinê de li ser mijara piştevaniya jinê, girîngiya rêxistinbûyinê hat sekinandin. Di hevdîtinê de li ser nexşerêya ew ê bê şopandin dan û stendina fikir û raman hat kirin.     Her wiha dê di çarçoveya serdanan de saet di 18.00'an de li Torbaliyê hevdîtin bi karkerên cotkariyê re bê kirin. Dê piştre saet di 20.00'an de hevdîtina gel bê kirin.