Li Mexmûrê koma 116'an greva birçîbûnê dewir girt 2021-08-04 12:20:54   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 116’an dewir girt. Di merasîma dewrgirtinê de hat diyar kirin ku dê tucarî serî netewînin û têkoşîna xwe mezin bikin.   Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya ku 230 roj in berdewam dike îro koma 116'emîn dewr girt. Beriya merasîma dewrgirtina çalakiyê deqeyek rêz hat girtin.    ‘Em tucar serê xwe li hemberî dijmin natewînin’   Li ser navê çalakvanan Beşîr Gabar xêrhatina gel kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Gelê Kurd di şoreşekî pir giran de derbas dibe. Ji bo azad kirina rêbertî tekoşînek hatiye destpêkirin, ji bo bêmafiya ku li zindanan tê meşandin, rê li wê bigirin. Çalakiya ku li zindanan dayî destpêkirin û li wargeha Şehîd Rustem Cûdî û li wargeha Lavruy hatî destpêkirin, heya dawiyê em ê li pey doza xwe bin çalakiyên tên kirin dê bidomînin.    Bi pêngava 'Dem dema azadiya Rêber Apo' re ev çalakî hatine destpêkirin û wê berdewam bikin. Pêwiste bi vê dirûşmê em hîn bêhtir hêviyên xwe xurt bikin û bi karibin Rêber Apo azad bikin. Sedama ku evqas qetliam li ser me tên kirin jî ew e ku rêberê me di zindanê de ye. Divê di destpêkê de ji bo parastina Rêber Apo û rizgarkirina wê helwesta me hebe her wiha em hêviyên xwe xurt bikin.   Qetliama ku li ser civaka Êzidî jî hatî kirin armanc ne tenê ew civake, civaka kurt bi giştiye. Li ser Gelê Kurd li her aliyê hatine kirin û kesên ku çavê xwe li van hoîtî û qetliaman re girtî em şermezar û rureş dikin. Em tucarî serê xwe li beranber dijmin natewînin û hertim em ê berxwedana xwe têkoşîna xwe û yekitiya xwe xurt bikin û mezin bikin."    Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Bimire îxanet" bi dawî bû.