Li Xozat û Pîranê gelek dar şewitîn 2021-08-04 11:42:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Agirê bi daristanên Xozat û Pîranê ket, vemirî. Lê belê bi sedan dar şewitîn.    Di 30’yê Tîrmehê de di encama operasyona leşkerî de li Gundên Derekoy û Gedîkler ên girêdayî navçeya Xozatê ya Dersimê agir bi daristanan ket. Hat hînbûn ku Miduriyeta Daristanê, Îdareya Taybet a Bajêr û tîmên agirkujiyê li herêmê xebatên cemidandinê dane destpêkirin. Şêniyên herêmê ragihandin ku ji ber agir qadeke mezin şewitiye.    Li Pîranê jî gelek dar şewitîn   Agirê daristanê ya duh li Gundê Yeşîltepe yê navçeya Pîrana Amedê derketibû jî hatiye vemirandin. Di şewata ku tîmên agirkujiyê vemirand de gelek dar şewitîn.