Mexdûrên lehiyê yên Xalana Geverê: Ji rewşa heyî rayedar berpirsin 2021-08-04 10:50:12   COLEMÊRG - Mexdûrên lehiyê ya taxa Xalanê ya Gevera Colemêrgê da zanîn ku walî û qeymeqema hatin ji dûr ve cihê lehiyê temaşe kirin. Şêniyên mexdûr bûn diyar kirin ku divê rayedarên dewletê berpirsiyariya xwe bînin cih.    Li navçeya Gever a Colemêrgê ji ber barana zêde lehî rabû. Navenda sûkê û gelek taxên navçeyê di bin avê de man. Qenalîzasyonê ya ku qeyûm çêkiribû ji binî de xera bû. Bi taybetî jî taxa Xalane ji lehiyê bi bandor bû. Şêniyên taxê neçar man ku li malên cîranan bimînin. Yek jî wan Xemê Vardar û Menîse Kireman e.    Her tiştê Xemê di bin heriyê de man û Xemê wiha ji ajansa me re axivî: "Ez niha nikarim tiştek bikim. Nikarim xaniyê xwe hilweşînim û nikarin carek din ava bikim. Niha çareyek me nîne. Ji ber lehiyê em gelekî mexdûr bûn. Ji xwe berê jî rewşa me ya aborî nebaş bû, em ê niha çi bikin nizanim. Em êvarê mala cîranê xwe man. Hertiştên me di nav heriyê de ma."    Xemê di axaftina xwe de bal kişand ser xemsariya rayedarên dewletê û got: "Walî û qeymeqema ji dûr ve cihê lehiyê kontrol kirin û piştre çûn. Dê ji bo taxê çi bikin ne diyar e. Ne tenê niha her tim pêşiya mala me av kom dibe û rayedarek nayê pirsgirêka me çareser nake. Ji rewşa niha rayedar berbirsin."   Menîse Kireman jî li taxa Xalanê dijî wiha behsa mexdûriyeta xwe kir: "Piştî lehiyê min neçarî zarokên xwe şand mala birayê xwe. Niha zarokên min li cihekî ne ez jî li cihekî me. Divê çareyek bê dîtin. Em 5 sal in heman tiştî dijîn. Baxçeya min di nav heriyê de man. Li gorî min heke binesaziya taxê bihata çêkirin ev tişt nedihat serê me. Heke lehî êvarê pêk bihata em ji mirinê rizgar nedibûn."