Xizmên Dedeogullari: Sedema qetilkirina kurdan nehezkirin e 2021-08-04 09:03:12   Oznur Deger    KONYA-  Xizmên malbata Dedeogullari ya ku li Konyayê bi hovane hatin qetilkirin diyar kirin ku erîşeke nîjadî ye. Xwişka Îpek a ku hatî kuştin Seher Yakut diyar ku li vir hez kurdan nakin heznekirina xwe wiha nîşandan. Sadiye Seher Guven jî da zanîn ku nahelin kurd li vir bijîn.    Li taxa Hasankoy a navçeya Meram a Konyayê li hemberî malbata kurd di 12'yê gulanê de komeke nîjadperest a 60 kesî êrîş biribû ser malbata Dedeogûllari ya ku bi eslê xwe xelkê Qersê ne. Erîşa ku cara duyem di 30'ê tîrmehê de pêk hatî de ji malbata Dedeogûllari 4 jê jin 7 kes hatin qetîlkirin. Derbarê bûyerê de Serdozgeriya Komarê ya Konyayê 4 dozger wezîfedar kir. Derbarê qetlîamê de 13 kes hatin binçavkirin. Lê kujer Mehmet Altun hêj nehatiye girtin.    Di 12'yê gulanê de, komeke nîjadperest a 60 kesî êrîş biribû ser malbatê Dedeogûllari. Kesên êrîş biribûn ser 4 jê jin 7 kesên malbata Dedeogûllari, gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn" û bi kevir, kêr û daran êrîş biribûn ser wan. Têkildarî êrîşê de 6 kes hatibûn girtin, lê bi hinceta "delîl kêm in" Ayşe û Velî Keleş, Alî û Yahya Çalik serbest hatin berdan. Tenê Lutfu û Alî Keleş nehatibûn berdan. Walî û midûrê emniyetê yê Konyayê, Wezîrê Karê Hindûrin û rayedarên îqtîdarê komkujiyê wekî bûyera di nava malbatê de nîşandan.    Xwişka Îpek Dedeogullari ya ku hatî qetilkirin, Seher Yakut wiha ji ajansa me re axivî: "Ez li Îngilistanê dijîm û ji bo betlaneyê hatim Agiriyê. Min li vir bihist ku xwişk, zava û xwarziyên min hatine qetilkirin. Kujer serê ewil li malê çay vedixwo û piştre jî gule dibarîne. Herî dawiyê hemûyan dikuje. Bi dehan caran gule berdaye Îpekê."    Seher di axaftina xwe de bal kişand ser êrişa yekem a ku di 12'yê gulanê de pêk hatî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 12'yê gulanê de malbata Keleş û Çalik êrişê malbata xwişka min kiribûn. Îpek bûyer ji min re gotibû. Îpek her tim digot 'li vir kurdan hez nakin û ji ber vê jî her tim êrişê li me dikin'. Bi wan gefan dixwestin ku kurd cih û warê xwe terk bikin. Nesekînin û heznekirina xwe bi kuştinê anîn ziman. Bûyer bûyereke nîjadî ye ne bûyereke di nav malbatî ye."    Sadiye Guven jî ji malbata Dedeogullari ye û derbarê bûyerê de wiha got: "Min bûyer nedît û tenê ji me re hat gotin. Li vir dixwazin herkesî bikin tirk û dixwazin herkes bi tirkî biaxife. Ev êrişeke nîjadî ye. Demên borî jî şêniyên derdorê gotibûn 'em nahêlin ku kurd li vir bijîn' Ligel gotinên bi vî rengî rayedarên dewletê tedbîrek negirtin. Bi dehan caran malbat ji polîsan daxwaza parastinê kir. Zilmê li me dikin, parastina me nakin û herî dawiyê jî malbatekî kurd ji holê rakirin. Min bertek nîşanî polîsên ku hatî şînê da û min ji wan re got demek dirêj êrişek wisa hebû û hûn nehatin, hûn niha çima tên."