HDP û DBP'ê li cihên lêhî lê rabûn lêkolîn kirin 2021-08-03 16:20:06   WAN - HDP û DBP'ê li kuçeyên Çubuklu û Osmanliyê yên Ebexê yên lehî lê rabûn lêkolîn kirin û diyar kirin ku gelek ajal di lehiyê de telef bûne.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji ber lehiya li Wanê çûn serdana navçeyên Wanê. HDP û DBP'ê li kuçeyên Çubuklu û Osmanliyê yên Ebexê yên lehî lê rabûn lêkolîn kirin û diyar kirin ku gelek ajal di lehiyê de telef bûne. Her wiha hat gotin li kuçeya 3 mal bi temamî hatiye hilweşandin 5 mal jî nayê bikaranîn.    Qenala DSÎ'yê ava lehiyê ranegirt. Hat diyarkirin li herêma lehî lê rabûye pêdivî bi xurekê heye. Hat gotin konên ji aliyê AFAD'ê hatine belavkirin kêm in û ji xeynî çadiran tu alîkarî nehatiye kirin. Hat tespîtkirin qenala ji aliyê Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) hatiye çêkirin nehatiye paqijkirin loma ava lehiyê ranegirtiye. Dîsa hat gotin tenê nêvîyê dîwarên qenalê hatiye çêkirin.   Li Kuçeya Çubukluyê ya navçeyê du mal nayê bikaranîn. Çar malan xisar dîtine. Mexdûrên lehiyê diyar kirin tu alîkarî negihaştine wan. Her wiha mexdûrên çûn gel qeymaqam jî vala vegeriyan. Qeymeqam ji mexdûran ev gotin kir:"Sîgorta wa ya malê heye? Tune be em nikarin alîkariya we bikin. Ajalên we yên ber lehiyê ve çûye jî nîşan bidin. Em ji bo wan nikarin tiştekî bikin."