Îşkenceya li Iraq û Herêma Kurdistanê ket raporên NY'yê 2021-08-03 16:07:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Mîsyona Alîkariya Iraqê ya NY'yê û Ofîsa Mafê Mirovan a NY'yê, têkildarî îşkenceyên ku li  yekîneyên binçavkirinê û girtîgehên Iraq û Herêma Kurdistanê raporek weşandin û bang li rayedarên Iraq û Kurdistanê kirin ku li gorî qanûnan tevbigerin.    Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Ofîsa Mafê Mirovan a NY'yê (OHCHR), bi ser navê "Li Iraqê di Rêveberiya Edaletê de Mafê Mirovan: Ji bo pêşîgirtina îşkenceyê şertên qanûnî û ewlehiyên têkildarî usûlê" raporeke 31 rûpel weşandin. Di çarçoveya rapora ku dema navbera 1'ê tîrmeha 2019'an û 30'ê nîsana 2021'an dihewîne nav xwe de bi 235 girtiyan û personelê girtîgehê, dadger, parêzer û malbatên girtiyan re hevdîtin hatine kirin.    Di raporê de bi awayekî berfireh cih ji bûyerên îşkenceyê yên li Herêma Kurdistanê re hatiye veqetandin û hatiye destnîşankirin ku xwe negihandina malbat û parêzerên gelek girtiyan.    Rapora ku hatibû amadekirin li Ofîsa NY'yê ya li Cenevreyê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re hat aşkerakirin. Di civînê de ji berdevkên Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY'yê Marta Hurtado axivî û diyar kir ku rexmî hebûna qanûnê pêşîgirtina îşkenceyê jî li Iraqê û Herêma Kurdistanê li yekineyên binçavkirinê û girtîgehan îşkence didome û xwest ku hikmên nivîskî bên pêkanîn. Marta, da zanîn ku di hevdîtinên parêzer û malbatan de li gorî qanûnan nayê tevgerandin û timik îşkence li kesên binçavkirî tê kirin û gelek navendên binçavkirinê cihê wan ne diyar in.