Kongeya Star: Divê Rêveberiya Xweser a Şengalê bê nasîn 2021-08-03 13:55:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 7'emîn salvegera qirkirina êzidiyan de Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilat Sûriyeyê daxuyaniyek da û got: "Em bang li civaka navnetweyî dikin ku di serî de qirkirina êzidiyan û Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin."   Bi minasebeta 7'emîn salvegera qirkirina êzidiyan Kordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wekî Kongreya Star a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qirkirina êzidiyan li Şengalê ku di 3'yê Tebaxê sala 2014'an de bi destê DAÎŞ'ê ku hewl da Gelê Kurd ji holê rake pêk hat, şermezar dikin. HPG'ê û YJA-STAR, YPG û YPJ bi însiyatîfeke mirovî rabûn û koorîdoreke mirovî ji bo êzidiyan ji vê qirkirinê rizgar bikin, di navbera Şengal û Rojava de vekir. Bêyî ku hêzên pêşmergeyên başûrê Kurdistanê bikevin nava tevgerê.   Heta niha û di salvegera 7'emîn a vê qirkirinê de, ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta başûrê Kurdistanê ji bo parastina hebûna êzidiyên li Şengalê bi tu însiyatîfê ranebûn.   Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Meclisa Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê û civaka navneteweyî bi giştî dikin ku qirkirina 3'yê Tebaxê sala 2014'an ku li Şengalê rû da û Rêveberiya Xweser a ku parastina hebûna civaka Şengalê dike nas bike.