Ji jinan peyama 'Li Şengalê jin jîn e' 2021-08-03 13:44:06   AMED - Bi minasebeta 3'ê Tebaxê TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê daxuyaniyek dan û gotin: "Berxwedan û têkoşîna jinên êzidî ku li hember tarîtiya mirinê destê xwe ber bi rojê ve dirêj dikin silav dikin. Hûn dikarin her tiştî bikin, lê hûn tu carî nikarin rojê bikujin, lewre li Şengalê jin jîn e."   Di 7'emîn êrişa DAIŞ’ê ya li hemberî Şengalê de Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Deriyê Çiyê daxuyaniyek da. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenter Remziye Tosun, aktîvîstên TJA'yê, rêxistinên bajar û navçeyan ên HDP û DBP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta 'Komkujiya êzidiyan qirkirina jinê ye' û 'Em li dijî qirkirine jiyane diafirînin' vekirin.    Ayşe, diyar kir ku bi dehan caran qirkirin pêk hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êzidî êrişa herî dawiyê wekî fermana 73’yan bi nav dike. Di encama êrişa DAIŞ'ê de bi hezaran jin, zarok li bazaran hatin firotin. Hêj jî aqûbeta gelek êzidiyan nayê zanîn. Lê li dijî êrişan têkoşîna ku hatî dayîn bi biryarî didome. Niha jî êzidî parastina xwe dike. Li gelek welatan êriş wekî qirkirin hat nasîn. Lê Tirkiye bi israr wekî qirkirin nas nake, ligel nasnekirinê li hemberî Şengalê êrişeke topyekûn pêk tîne û bi komkujiyê re rûbirû dihele. Lê divê bê zanîn ku jinên êzidî li hemberî hêzên tarî dê têkoşîna xwe bidomîne. Em carek din li vir bang dikin û dibejin pêşniyaznameya Feleknas Uca divê ji hêla parlamentoyê ve bê qebûlkirin."   Salîha jî destnîşan kir ku têkoşîna jinên êzidî li tevahiya cîhanê ji jinan re bû mînakek û got: "Fermana 73’yan li ber çavê cîhanê pêk hat. DAIŞ erdnegariyê xist gola xwinê. Bi dehan deran qetlîam pêk hat. Divê guh bidin daxwazên êzidiyan. Her wiha têkoşîna jinên êzidî jî girîng e û ji jinên cîhanê re bû mînak."   Piştre daxuyaniya hevpar hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em berxwedan û têkoşîna jinên êzidî ku li dijî tariya mirinê destên xwe dirêjî rojê dikin silav dikin!   Li ser qetilkirina kurdên êzidî ku li Şengalê ji aliyê çeteyên barbar ên DAÎŞ'ê ve di 3'yê Tebaxa sala 2014'yan de pêk hatibû 7 sal derbas bû. Di vê jenosîda ku wekî fermana 73’emîn di dîroka gelê qedîm a êzidî ya ji komkujiyan dagirtî de cih girt jin, zarok û pîr jî di nav de 5 hezar kes hatin qetilkirin û bi sed hezaran kes jî bi darê zorê ji cih û warê xwe hatin koçberkirin. Di vê komkujiya ku li pêş çavên hemû cîhanê pêk hat de, hema hema qirkirnek jinan hat jiyanîn. Jinên êzidî ku bi îşkenceyên zayendî yên sîstematîk re rûbirû man, wek 'Xenîmetên Şer' hatin dîlgirtin û li bazarên koleyan ji mêran re hatin ‘firotin’.   Jinên êzidî ku bi meclîsên jinan ên ku li Şengalê ava kirin vîna jinê birêxistinkirin, di serî de ji bo jinên bindest ji bo gelên cîhanê bûn hêvî. Ên ku xwestin vê hêviyê bişkînin, di heman demê de xwestin îradeya jinên kurd ku dîroka berxwedan û têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn nivîsandine jî teslîm bigrin. Wek Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl, Emîne Weysî û gelek jinên din ên şoreşger ku hilma me têrî nake em navên wan bijmêrin qetil kirin.   Weke tê zanîn di Konferansa Navneteweyî ya Jinên Êzidî de ku li Almanyayê di 11-12'yê adara 2017'yan de pêk hat, hat destnîşankirin ku ji bo jinên Êzîdî yên ku di destê çeteyên DAÎŞ de dîlgirtî ne di demek zûtir de azad bibin, divê têkoşîneke bi bandor a navneteweyî bê meşandin û di vê çarçoveyê de biryar hatibû girtin ku dîroka 3'yê Tebaxê wek 'Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Jenosîd û Qirkirina Jinê' bê nirxandin.   Dîsa, beriya niha ji hêla Parlamenta Ewropayê ve wekî 'Qirkirina Êzidiyan' hatibû naskirin û rêxistinên navneteweyî jî di raporên ku amade kiribûn de vê komkujiyê di wergiriya 'Sûcên ku li hember mirovahiyê pêk hatine' de cih dahibûn; lê digel vê yekê ji hêla desthilatiya Tirkiyeyê ve naskirina wê hêlekî ve Komkujiya Şengalê hîn jî nehatiye mehkûmkirin.   Em bangawaziya xwe dubare dikin ku 3’yê Tebaxê wekî “Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Jenosîd û Qirkirina Jinê” were qebûlkirin û berxwedan û têkoşîna jinên Êzîdî ku li hember tarîtiya mirinê destê xwe ber bi rojê ve dirêj dikin silav dikin. Hûn dikarin her tiştî bikin, lê hûn tu carî nikarin rojê bikujin, lewre li Şengalê jin jîn e."