Ebrû Gunay: Jinên Şengalê nîşaneya dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ne 2021-08-03 13:24:18   MÊRDÎN - Bi boneya salvegera komujiya li dijî êzidiyan a di 3’yê Tebaxa 2014'an de TJA'yê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de parlamentera HDP’ê û Ebrû Gunay got rexmê qetilkaran jinên Şengalê teşiya jiyana xwe bi destên xwe honandin û bûn nîşaneya dirûşma 'Jin Jiyan Azadî'.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya salvegera 7’an a qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka êzîdî bi çarikên spî yên li xwe pêçandibûn re li ber deriyê avahiya  HDP’ê daxuyanî da. Meclîsa Dayikên Aştiyê, çalakvanên TJA’yê, hevseroka Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) Perîhan Agaoglu û berdevka HDP’ê parlamenter Ebrû Gunay tevlî bûn. Jinan pankarta ku li ser “Qirkirina Jinên Şengalê Qirkirina Jiyanê ye, Em Ji Bîr Nakîn” hatibû nivîsîn rakirin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.   ‘Ferman li ber çavên cîhanê pêk hat’   Di destpêkê de Ebrû Gunay mafê axaftinê girt. Ebrûyê bal kişand ser qirkirina jinê û wiha berdewam kir: “Ev 7 sal in li ser fermana Şengalê re diçe. Bi sedan jin, zarok  û mêr hatin qetilkirin. Jin rehîn girtin û bi hezaran Şengalî koçber bûn. Mixabin hîna yên ku ji destên DAİŞ'ê nehatine rizgarkirin hene. Ev yek li ber çavên hemû cîhanê pêk hat. Gelek ji wan jinan jî anîn Tirkiyeyê. Hinek welatên dinyayê ev weke fermanek mezin qebûl kirin lê Tirkiyeyê hîna daxuyaniyek fermî nedaye û hîna çavên xwe ji qetilkirina kurdan re digire. Em ji qetlîamên niha yên weke Konyayê pêk tên re ji dibin şahid. Gelê Şengalê, jinên Şengalê ji nû de teşiya jiyana xwe honandin û li berxwe dan. Ji ber ku ew gelên herî kevnar ên vê axa kevnar e. Jinan azadiya xwe bi destên xwe ava kirin. Ew bûn nîşaneya dirûşma 'Jin Jiyan Azadî'.”   ‘Ji bo azadiya jinan divê gav were avêtin’   Li ser navê TJA’yê Eylem Amak daxuyaniyê xwend. Eylemê jî qetlîama Şengalê bi bîr anî û berdewam kir: "Pêwîst e Tirkiye qetlîama Şengalê weke qirkirin erê bike. Divê dev ji polîtîkayen xwe yên bi gef û êrişkar ên li ser Şengalê berde. Bi taybetî jî pêwîst e temîna jiyana malbatên ku neçarî koçberiyê bûne were kirin. Tê zanîn hîna jinên ku rehîn hatine girtin hene û divê ji bo azadiya wan gavên girîng werin avêtin. Kurdên Êzidî yên ku bi destên DAÎŞ’ê hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin.”   Bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” daxuyanî bi dawî bû.