Çalakvanên Mexmûrê: Li dijî hovîtiyê bêdeng nemînin 2021-08-03 11:38:12   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin di roja xwe ya 229’an de didome. Çalakvanên grevê diyar kirin ku divê li dijî hovîtiya ku pêk tê dengek xurt derkeve.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 115’an di roja 229’yan de berdewam dike. Çalakiya  li Mexmûrê hatiye destpêkirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaretkirin û moral tê dayîna çalakvanan.   ‘Em hêvî dikin ku Rêber Apo azad bibe'    Li ser navê girseya gel Fadîle Pîran axivî û got: “Em li ser navê gel çalakiya we pîroz dikin û serkeftinê ji we re dixwezin. Daxwaz û armanca me diyare bê guman azadiya Rêber Apo û bêmafiya li zindanan tê kirin weke gel em napejirînin û heya dawî wê berxwedana me berdewam bike. Em hêvî dikin ku bibe çalakiya dawî û em azadiya Rêber Apo bibînin.”    ‘Qedera me ne kuştine’    Ji koma çalakvan  jî Beşîr Gabar despêkê  xêrhatina gel kir û wiha axivî: "Em di rojên dîrokî re derbas dibin. Di sala 1999’an de dema serokatî li zindana Îmraliyê bangawaziyek kiri bû, di 2'yê tebaxê de ji bo hevalên jin deste gulek şandibû û her wiha bangawaziyek kiribû ku gerîla paşve vekişe ji bakurê Kurdistanê. Her wiha îro jî salvegera Komkujiya Şengalê ye, rojên wisa yên dîrokî dijmin bi hemû aliyê xwe ve li ser mede tê. Pêwîste Gelê Kurd hîn bêhtir bi hêrsekî tund rabe ser lingan û li hember her hovîtiyê dengê xwe bilind bike, bê deng ne mîne.    Qedera me ne kuştine, di hemû aliyan de kuştinê li ser me ferz dikin. Weke malbata me ya kurd ku Konyayê qetil kirin, ev ne qedere, ev hovitiye nayê pejirandin. Divê em ji hevdu hezbikin û divê em yekitiya xwe xurt bikin ava bikin. Dema me yekitiya xwe saz kir û me ji hevdu hezkir em ê Rêber Apo jî rizgar bikin. Çalakiya me ya greva birçîbûnê jî tê zanîn ku ji bo azadiya Rêber Apo tê kirinê, ji bo bêmafiya li zindanan tê kirin, li beranber wê em van  çalakiyan dinin meşandin. Divê em êdî Rêber Apo bi fîzîkî himbêz bikin, êdî bes e êşa me giran bûye divê em Rêber Apo di nava xwe de bibînin.”